Keçeke Kurd ji ber cilûbergên pêşmerge hate girtin

PDK-SDa zanîn ku, girtina xwendekara zankoyê Evîn Hesen binpêkirina yasayên navdewletî û mafê mirovan e.

K24-Qamişlo

Asayîşa Rojava xwendekarek keç, bicilûbergên pêşmerge li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, piştî bîstekî rawestandin li ser şehîdên Helebçe girtin.

Derbarê girtina wê xwendekara keç Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) daxuyaniyek belav kir, tê de, girtina wê xwendekara keç bi sedema wergirtina wê ji cilûbergên pêşmergeyan şermezar kir.

PDK-Sê di daxuyaniya xwe de daxwaza berdana wê keça kurd ji nav çadeyê û pêşiya hevalên wê di dema rawestandina wê li ser pakrewanên kîmyabarana Helebçe. Da zanîn ku, girtina xwendekara zankoyê Evîn Hesen binpêkirina yasayên navdewletî û mafê mirovan e.