Li Wanê di Roja Zarokan de Kolana Lîstokan hat vekirin

Li Wanê, kolana ku ji bo zarokan hatiye amadekirin, hat vekirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Li Wanê, kolana ku ji bo zarokan hatiye amadekirin, hat vekirin. Di vekirina kolanê de hat ragihandin ku zarok ji bo hemû civakan paşeroj in û loma jî bi vê kolanê dixwazin, hem zarok bileyîzin, hem jî xwe bipêş bixin. Welatî jî vekirina kolanê, dicîhde û girîng dibînin.

Li Taxa Cumhuriyetê ya ser bi navçeya Îpekyolû a Wanê, kolana leystikê ji bo zarokan hat vekirin. Qaymeqam û Qayimê Şaredariya Îpekyolû Cemîl Ozturk, diyar kir ku li Tirkiyê, kolanên zarokan gelek kêmin û ew kêfxweşin ku di çarçoveya roja zarokan de, projeyeke wiha ji paşoroja civakê, zarokan vedikin.

Leyla Tanritanir, ev 10 sal e ku li taxa Cûmhûriyetê muxtarî dike û bi proje û kirinên xwe jî gelek serkeftinan bidest xistiye; radigihîne ku ew girîngî dide projeyên hewildorî, jinan û zarokan. Muxtara jin balê dikşîne ku gelek projeyên wê hene, lê nikare derfetên kirine peyda bike.

Muxtar Leyla Tanritanir ji K24ê re wiha axivî: "Min ji bo vê kolana ku nedihat bikaranîn, çend projeyan pêşkêşî qaymeqam û şaredariya Îpekyolû kir, wan jî piştgirî da û me vê kolanê, di nav mehekî de, ji bo zarokên xwe amade kir. Zarok ji bo hemû civakan girîng in û divê hemû berpirs ji bo pêşketina wan hewldan û xebatan bikin."

Di kolanê de, ji bo leystikên zarokan alet û amûr hatine duristkirin û kolan hem ji bo leyistinê, hem jî ji bo xwebipêşxistina zarokan hatiye guncinandin.

Malbat û welatî jî, razîbûna xwe ji bo kolana leystikê ya zarokan ragihandin. Gulten Bozkurt jî kêfxweşiya ragihand û balê kişand ku ji bo dem derbaskirina zarokan ciyekî pêwist e ku vebûye.

Welatî Gulten Bozkurt dibêje: "Derfeteke kêfxweşiyê ye ji bo zarokên min. Zarok li nav malê gelek tengav dibûn û min jî xema wan şa kirine dixwar. Gelek başbû, înşelah ewê li vir têra xwe kêf û şahî bikin."

Hat ragihandin ku divê parq û ciyên wiha ku ji bo zarokan tên amadekirin, bi baldarî jî bên parastin û çavdêrî kirin da ku demdirêj bi hêjayî di xizmetê de bimînin.