Pira Cendere ji beriya 1.900 salan hatiye avakirin

Bakurê Kurdistanê ji aliye berhemên dîrokî ve di cîhanê de xwedî cihekî taybet e. Ev berhemên dîrokî di heman demê de bala geştyarên xwecihî û biyanî jî dikişinin.

K24-Semsur-Amed

Bakurê Kurdistanê ji aliye berhemên dîrokî ve di cîhanê de xwedî cihekî taybet e. Ev berhemên dîrokî di heman demê de bala geştyarên xwecihî û biyanî jî dikişinin. Yek ji van berheman jî Pira Cendere ye. Ev pir 55 kîlometreyan ji Semsûrê dûr e û di navbera navçeyên Kolîk û Sincikê de cih digire. Li gorî çavkaniyên dîrokî, Pira Cendereyê ji beriya 1.900 salan ji aliye Împaretorê Romayê Septîmîus Severus ve hatiye çêkirin. Bi taybetî di mehên havînê de bi hezaran geştyarên xwecih û biyanî serdana vê pira dîrokî dikin û li vê derê demên xwe derbas dikin.

Ferît Turk – geştyar, dibêje:"Ez bi malbata xwe re hatime vê derê, me meraqa pirê kir. Bi rastî jî ev pir berhemeke bêhempa ye, dîrokê ronî dike. Ez gelek caran li ber re derbas dibûm lê cara pêşîn e ku ez serdana wê dikim. Kembera pirê bala min dikişine û ez meraq dikim ku gelo wê demê çawa û bi kîjan teknolojiye ev pir çêkirine."

Azîz Dîkîcî - geştyarê xwecihî, got:"Ev pireke gelekî kevin e, ev der di heman deme de seyrangeheke jî. Em jî bi malbata xwe re tên vir, gelek geştyar ji derve tên vê dere lê bi taybetî piştî nîvro û pê de zêdetir hemwelatî tên vê dere."

Geştyarê Elmanî, dibêje:"Em ji Elmanyayê hatine û li vê herêmê digerin. Bi rastî jî ev herêm ji aliye berhemên dîrokî ve herêmeke dewlemend e. Me serdana Çiyayê Nemrûdê jî kir, me gelek ji Nemrudê hez kir. Ev der jî xweş e, ev pira dîrokî û ava zelal bala mirov dikişine."

Bi firehbûna kembera xwe piştî Pira Mala Badê ev pir di cîhanê de pira duyemîn e.  120 metreyan dirêj û 7 metreyan jî fireh e. Li gorî kîtabeya wê, Împaretorê Romayê Septîmûs Severus, ji bo xwe, xanim û kûrên xwe 4 stûn li ser pirê dane çêkirin. Lê piştî mirina Împerator, kûrekî wî birayê xwe dikûje û hemû berhemên aîdê birayê xwe ji holê radike ku yek ji van berheman jî stûneke pirê bûye. Ji ber vê bûyerê niha 3 stûn li ser piyan mane. Pir niha ji aliye Wezareta Çand û Geştyariyê ve tê parastin. Geştyarên ku serdana pirê dikin him di çemê Cendereyê de xwe hênik dikin him jî li ber siya tehtên bilind seyrana xwe dikin.

Ayla Yucedag - geştyara xwecihî, got:"Zarokên me ji Stenbol hatine serdana me me jî got em îro bi hev û din re em biçin keyfe û em hatin vê derê. Ev der xweş e lê mixabin rêyê wê tune ye, heger rê çênekin em bi zehmet tên vê dere."

Nurî Dogan - geştyarê xwecihî, got:"Ev 13 sal in ku ez li Qibrisê dijîm. Hevalên min ji min re gotin ku Pira Cendereyê pireke dîrokî ye û derdorê wê jî xweş e. Ya rast ez li Semsûrê ji dayîk bûme û mezin bûme lê carê pêşîn e ku ez tên vê derê."

Bayram Canli - geştyarê xwecihî, dibêje:"Em salê carekê serdana vê derê dikin, cihekî xwedî îhtîşam e. Em bi malbatî tên vê dere, em ji vê derê hez dikin lê em dixwazin parlementerên bajêr û şaredar li vê berhema dîrokî xwedî derkevin û derdorê pire ji bo geşytaran nûjen bikin."

Di sala 1997'an venêrana pirê hatiye kirin. Piştî venêranê pireke din ji bû çûnehatê hatiye çêkirin û Pira Cendereyê ya dîrokî ji çûnehata wesayitan re hatiye girtin. Ji aliyê din ve kesên ku dizewicin li ser pira dîrokî wêneyên xwe digirin û dixwazin ku zewaca wan jî wekî ximê pirê saxlem be.