Haya zarokan ji Roja Mafên Zarokan a Cîhanî tune ye

20 Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanî tê pîrozkirin. Di vê rojê de şert û mercên bi milyonan zarokên xebatkar tên axaftin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

20 Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanî tê pîrozkirin. Di vê rojê de şert û mercên bi milyonan zarokên xebatkar tên axaftin. Li Bakurê Kurdistanê jî bi hezaran zarok di temenê xwe yê piçûk de di nav kar û xebatê de ne. Yek ji van zarokan jî Nurullah Uslu yê 17 salî ye. Haya  Nurullah ji Roja Mafên Zarokan a Cîhanî tune ye û sobeyan çê dike. Hosteyê Nurullah jî dibêje; kar zehmet e, me dixwast ku Nurullah li ser perwerdehiya xwe berdewam bikira.

Ev kargeha sobeyan, li Sûka Şewitî ya li Navçeya Sûra Diyarbekirê cih digire. Hosteyên ku di vê dikanê de dixebitin, rojane bi dehan sobeyan çêdikin. Nûrûllah Ûslu jî yek ji hosteyan e. Lê Nûrûllah 17 salî ye; di 16 saliya xwe de dest bi vî karî kiriye. Bi keda destên xwe tevkariyê li debara malbata xwe dike. Nûrûllah 8 salan xwendiye û dest ji dibistanê berdaye. Haya Nûrûllah jî wekî ya bi milyonan zarokan;  ji Roja Mafê Zarokan a Cîhanî tuneye.

Zarokê xebatkar Nûrûllah Uslu ji K24ê re got: "Di destpêkê de ev kar li min giran hat, lê piştî ku 2 hefteyan xebitîm, min ji vî karî hez kir. Dema ku mirov tiştekê bi destên xwe çêdike, mirov pê şanaz dibe. Min dest ji dibistanê berda, min nexwend lê ji bo ku karek an hunereke min hebe min li vir dest bi vî karî kir."

Pîşeyên ku bi destan tê kirin, wekî berê derbasî nifşê nû nabin lê hin zarokên wekî Nûrûllah dixwazin vî karî bidin berdewamkirin hene.  Hoste dixwazin ji zarokatiyê karên hunerî bidin hînkirin lê di heman demê de dixwazin ku zarok bixwînin jî. Ûmîd Ûslu jî hoste û hevkarekî Nûrûllah e û dibêje; çêkirina sobeyan karekî giran e, her kes nikare vî karî bike û ev kar ji bo zarokan zehmettir dibe.

Hosteyê sobeyan Ûmîd Uslu dibêje: "Pêşniyaza min ji bo zarokan ev e; li cihê ku di karên wisa giran de bixebitin, bila dibistana xwe bixwînin û guhdarê xwendibê bin. Tu pêşeroja vî karî tuneye; ne diyar e ku dê piştî 10-15 salan hebe yan tune be."

Xwediyên kargehan ji bo kêmkirina lêçûnan, zarokan didin xebitandin; lewra heqdestê zarokan ji yê mezinan kêmtir e. Lê gelek hoste hene ku xwedî li zarokên ku naxwînin jî derdikevin û dixwazin bibin xwedî pîşe. Wekî her salan îsal jî di Roja Mafên Zarokan a Cîhanî de bi hezaran zarok li ser kar û xebatê berdewam in.