Jinên Qoserî debara xwe bi nanê tenûrê dikin

Li navçeya Qosera ser Mêrdînê 3 Jinan bi keda destê xwe tenûr çêkirin û têde nan dipêjin. Jin nanê tenûrê difiroşin û bi vê yekê jî debara malbatên xwe pêk tînin.

 

K24 – Mêrdîn

Li navçeya Qosera ser Mêrdînê 3 Jinan bi keda destê xwe tenûr çêkirin û tê de nan dipêjin. Jin nanê tenûrê difiroşin û bi vê yekê jî debara malbatên xwe pêk tînin.

Li navçeya Qosera Mêrdînê 3 jinan bi derfetên xwe 5 meh berê tenûrên nanpahtinê çêkirine û bi vê yekê rojane nanê tenûrê dipêjin. Jinên ku beriya niha bêkar bûn bi vê hewla xwe niha hem patroniya karê xwe dikin û hem jî debara malbata xwe bi çêkirina nanê tenûrê dibin serî. Her sê jinên Qoserî jî xwedî zarok in û hevserê hinekan jî ji ber nexweşî û rewşên taybet nikarin kar bikin. Lê ew bi vî karî zarokên xwe didin xwendin û ji karê xwe jî gelekî kêfxweş in.

Nanpêj Hatîce Altaş dibêje: “Em karê nan dikin, zilamê min naşixule û ez jî li vir dişixulim. Nanê tenûrê ji bo şekerê, tansiyonê baş e û kîloya çênake. Saet heft û nîvan em tên vê derê û heta şeş û nîvê êvarî em li vir in. Em ji karê xwe memnûn in baş e.”

Her sê jinên kedkar ji saetên serê sibehê dest bi karê xwe dikin û heta derengiya êvarê dixebitin. Jin di destpêkê de ligel amadekariyên tenûrê hevîrê xwe dikin. Piştî ku hevîr hil tê tenûra xwe vêdixin û wan girikên çêkirî li tenûrê dixin. Ew li ser daxwazan cureyên nan jî çêdikin û li gorî wan nanê malan ji bo gelek nexweşiyan jî baş e. Kedkar karên xwe roj bi roj pêşve dibin û bi motosîkletan sparîşên wergirtî radestî muşteriyan dikin.

Nanpêj Gulyaz Dînç got: “Em pê debara xwe dikin û pê zarokên xwe xwedî dikin. Zarokên me diçin mektebê em mecbur in ku tên li vir dişixulin. Wextê ku muşterî pir bin em pir dipêjin, ger ku hindik bin em kêm lê dixin. Ez têm hevîr dikim ku heta hevalên min tên ew jî alîkariya min dikin.”

Nanpêj Meryem Kaymaz jî dibêje: “Me got em ê ji xwe re nanê tenûrê çêbikin û ji xwe re bifroşin. Du pîrek hatine ji me re nan lê dixin ez jî difroşim nanê xwe. Em nanê xwe kapekê û genim dixin di nav hev de çêdikin û hey caran jî wan cuda dipêjin.”

Ew nanekî bi 2 Lîreyê Tirkî difiroşin, lê ew kesên ku ardê xwe bînin û ji bo çêkirinê bispêrin van jinên nanpêj wê demê dikarin nanê xwe bi Lîreyekî Tirkî jî bikirin. Eleqeya li ser nan her zêde dibe û şêniyên taxê ji xîzmeta wan gelek memnûn in û li gorî wan ev nanê mala ji nanê febrîqeyî gelekî baştir e.