Geliyê Dîcleyê û baxçeyên Hevselê dê werin parastin

Dadgeha Diyarbekirê biryara rawestandina projeyê da.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Tirkiyeyê di sala 2014'an de li ser Geliyê Dîcleyê û Baxçeyên Hevsel a Diyarbekirê projeyek amade kir. Li gorî projeyê li ber Çemê Dîcleyê avahî û rêyên geştê hatin çêkirin lê hîn proje temam nebûyî Rêveberên Jûra Plansazên Bajar li ji bo rawestandina projeyê doz vekir. Dadgeha Diyarbekirê biryara rawestandina projeyê da. Rêveber û nûnerên Jûra Plansazên Bajêr ragihandin ku bi biryara dadgehê dê xwezaya Dîcle û Baxçeyên Hevselê were parastin.

Wezareta hawirdor û Bajarvaniya ya Tirkiyeyê di sala 2014'an de li ser Geliyê Dîcleyê û Baxçeyên Hevselê proje amade kir. Li gorî projeyê dê li derdorê çem û Baxçeyên Hevselê rêyên geştê û avahî bihatina çêkirin. Lê tenê mizgeftek û kafeteryayek li berava çem û nêzîkî Pira Dehderî hat çêkirin. Li gorî wezaretê dê xelkê bajêr û geştyaran sûd vê projeyê bigirtana. Nûnerên Jûra Plansazên Diyarbekirê ragihadin ku dê bi vê projeyê ekosîstema çem jinavbiçe û ji bo betalkirina projeyê di sala 2017'an de li Dadgeha Diyarbekirê doz vekir.

Dadgeha îdareyê ya 3'yemîn a Diyarbekirê jî biryar da ku ev plan û proje ne li gorî hiqûqa guhertina îmar û mewzûatê ye û proje betal kir. Hevserokê Jûra Endezyar û Avahîsazan a Diyarbekirê Şerefxan Aydin ragihand ku biryara dadgehê di cih de ye. Li gorî Aydin ger wezaret projeyekê li bajêr amade bike pêwîst e pirsê ji plansazên bajêr jî bike.

Şerefxan Aydin ji K24ê re got: "Em hêvîdar in ku biryara dadgehê pêşiya kiriyarên pêşerojê jî bigire û ev xwezaya me, ya Kurdistana me êdî neyê xirabkirin. Dê li kêleka çem platformên ji betonê bihatina çêkirin. Ango ev xwezaya ku niha em dibînin dê me wê demê nedîta. Ger di nava bajarekî wiha de cihekî wiha delal hatibe parastin pêwîst e mirov wekî çavê xwe biparêze."

Baxçeyên Hevselê û Kela Diyarbekirê di sala 2015'an de ji aliyê UNESCO'yê ve di nav lîsteya mîrateyên Çanda Cîhanê de hatin nivîsandin. Li gorî ragihandina berpirsên Jûra Plansazên Bajêr bêyî raporên UNESCO'yê tu kes nikare li ser Çem û Baxçe plan û projeyan amade bike. Abdusamed Ucaman Hevserokê Jûra Endezyarên Cotkariyê ya Diyarbekirê ye. Ucaman amaje dike ku bi projeyê dê xweza jinav biçûya û jiyana bi sedan cûreyên ajalên ku li ber çem dijîn têk biçûya.

Hevserokê Jûra Endezyaran a Diyarbekirê Abdusamed Ucaman dibêje: "Ger proje bihata çêkirin dê bîr û mejûya bajêr winda bibûya, dê jiyana bi hezaran cûreyên çûkên ku li wê dere dijîn biqediyaya. Dê nifşê kusiyên ku niha tenê Asyayê dijîn lê liv ir jî hene jî biqediyaya."

Dadgehê Proje da betalkirin lê ger wezaret bixwaze dikare di nava 30 rojan de biryara dadgeha Diyarbekirê bibe Dadgeha Îdareyê ya Herêmê a li Dîlokê û daxwaze rawestandinê bike.  Nûnerên Jûra Plansazên Bajêr bang li wezaretê dikin û dibêjin; ger biryara dadgehê neguhere dê tehrîbata li ser Çiyayê Çilan çawa were tamîrkirin. Berpirsên qada sîrûştparêziyê amaje dikin ku bi sedsalan e ev sîrûşt hatiye parastin dê ji bo parastina vê sîrûştê xebatên xwe bidomînin.