Li Enqereyê fuara berhemên keda destan yên girtiyan

Li Enqereya paytexta fuara berhemên keda destan yên girtiyên ku di 85 girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê de dimînin hatin pêşandan. Di çarçoveya vê fûarê de ku girtîgehên bajarên bakûrê Kurdistanê jî di nav de hene amûrên girtiyan hatin pêşkeşkirin.

K24- Enqere

Li Enqereya paytexta fuara berhemên keda destan yên girtiyên ku di 85 girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê de dimînin hatin pêşandan. Di çarçoveya vê fûarê de ku girtîgehên bajarên bakûrê Kurdistanê jî di nav de hene amûrên girtiyan hatin pêşkeşkirin.

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê fûareke ciyawaz hate lidarxistin. Di vê fuara cîhereng de ji xalîçeyan bigrin heta berhemên darîn ku bi keda destan hatine çêkirin gelek amûr ên cûrbicûr hatin pêşandan. Lê belê taybetiyeke vê fûarê heye ku ev hemû amûr bi destên girtiyên ku girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê dimînin hatine çêkirin.

Ligel gelek girtîgehên ku li bakûrê Kurdistanê ne yên wekî Diyarbekir, Semsûr û Erziromê ,ji aliyê girtîgeha Midyada navçeya Mêrdînê jî standek hat vekirin û amûrên zîv yên ku ji aliyê girtiyan wê derê ve hatine çêkirin hatin pêşandan.

Abîdîn Savci,  Ji standa Girtîgeha Midyadê, got: "Midyad bi telkarî û zivê xwe binavûdeng e. Em jî li girtîgeha Midyadê bi girtiyan re dest bi atolyeya çêkirina berhemên zîv kiribû. Em dixwazin hûnereke fêrî girtiyan bikin û wan entegreyi civakê bikin. Armanca me ew e ku êdî girtî jî bibin xwedî pîşe"

Ji aliyekî din ve jî berhemên rengîn yên wekî kundirê avê ku girtiyên girtîgeha Alanyaya Navçeya bajarÊ Antalyayê jî çêkirine di qada fûarê de cîh girt.

Mustafa Şengul, Ji standa Girtîgeha Alanyayê, got: "Ev kundirê avê bûne nîşaneya bajarê Alanyayê. Em jî vî pîşeyî li girtîgeha Alanyayê nîşanî girtî û mehkuman dikin. Kundirekî avê di navbera 4-5 rojan de tê çêkirin û di kundirên mezin de di navbera 3-5 hezar qul û morik hene. Girtî bi sîgorte û mûçe dixebitin."

Welatiyên ku serdana fûarê kirin jî ragihandin ku ev fûar û çalakiyên bi vî rengî ji bo entegrebûna girtiyan ya bo civakê jî gelekî baş e û dibe alîkar.

Şukran Atîk , welatî, dibêje: Ez gelekî memnun im ku huner û keda destan ya girtiyan jî hate pêşandan. Me ev fûar gelekî eciband. Mehkum bi saya projeyên wisa hem dibin xwedî pîşe hem jî pareyek tê destên wan ku ev jî ji bo wan û malbatên wan dibe alîkariyek."

Salîh Eren, Welatî, dibêje:"Li vir hin cihên din jî hebûn û me berê ji wir dan û standina berhemên girtiyan dikir. Bi çalakiyên wisa hem welatî tiştan ji bo xwe dikirin û hem jî ji bo girtiyan dibe cihê dahatê. Dê her ne di girtîgehê de bin û bi saya van atolyeyan dema derketin derve dê di destên wan de jî pîşeyek hebe."

Di fûarê de berhemên keda destan yên mehkumên ku di 85 girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê de dimînin hatin pêşandan. Herwiha ev fûar her sal li bajarên cuda cuda tê lidarxistin û berhemên keda girtiyan bo welatiyan tên nişandan.