Li Dîyarbekirê panelek ser wêjeya Kurdî hat lidarxistin

Helbestvanê Kurd Berken Bereh, li Diyarbekirê li ser helbest û wêjeya Kurdî bû mêvanê panela ku ji aliyê Weqfa (Dezgeha) Îsmaîl Bêşîkçî ve hat lidarxistin. Di panele de bal hat kişandin li ser girîngiya xwendin û haydarbûna ji berhemên Kurdî û rola wêjeyê di xwe parastin û bipêş xistina nasnameya neteweyî de.

K24- Amed

Helbestvanê Kurd Berken Bereh, li Diyarbekirê li ser helbest û wêjeya Kurdî bû mêvanê panela ku ji aliyê Weqfa (Dezgeha) Îsmaîl Bêşîkçî ve hat lidarxistin. Di panele de bal hat kişandin li ser girîngiya xwendin û haydarbûna ji berhemên Kurdî û rola wêjeyê di xwe parastin û bipêş xistina nasnameya neteweyî de.

Dezgeha  Îsmaîl Bêşîkçî li Diyarbekirê, çalaki û bernameyên li ser ziman, çand û hunera Kurdî didomîne. Vî hefteya jî Helbestvanê Kurd Berken Bereh, bi xwîner û heskiriyên xwe ra, di panlekî de ber hev hatin û helbest û wêjeya Kurdî gotebêj kirin.

Helbestvan û wêjekarê Kurd Berken Bereh, balê kişand gotina ku dibêje: 'miletekî dikare wek miletekî din bifikire, lê nikarin wek hev hêst bikin.' Û loma jî helbest li gel boçûnan, vegotina hêstê miletekî ye û rêbazeke bipêşxistina netweperî ye.

Berken Bereh – Helbestvan- got:"Ev zimanê ku bi salane buye zimanê wêjekariyê, balagat û ciwankariyê ku bi bi rastî jî buye berdevkê dil û rih û giyana vî miletî, divê neyê piştguh kirin û û qedr û qîmet bê dayîn. Bi raya min heger Kurdekî wêjeya Kurdî bixwîne, dê tam û çêzeke çêtir ji vê dinyayê jî hêst bike. Ez dixwazim Kurd ji wê tamê bêpar nemînin û bila wê tamê bijîn."

Berken Bereh balê kişand ku ji ber gelek sedeman wêje û berhemên Kurdî girîngî û qedirgirtina pêwist nabînin û bi taybet jî siyaseta Kurd, ji bo zimanê civaka xwe baldarî û qedirgirtinê de gelek xemsar tev digere.

Helbestvana Kurd Reşê Çevîk ku beşdarî panêlê bû jî, ji mijar û xwendina helbestên di panelê da, bi pêsindarî behs kir û balê kişand ku ji bo helwesta danîna li dijî pişaftinê, xwedîlêderketina wêjeya Kurdî mewziya herî girîng e.

Reşê Çevîk – Helbestvan- dibêje:"Di vê zivistanê de, Berken Bereh wek tîrojên tavê ewran da alî û ronahî û germahiya xwe a me. Pişaftineke zêde heye li ser me hemû Kurdan, ne tenê li ser wêjekar û rewşembîran. Lê ku em çiqas bikarin ji vê pişaftinê xwe rizgar bikin û bibin ronahiyekî ji bo civaka xwe; ew jî ji bo me serbilindî û serfiraziye."

Piştî pêşkêş kirina gotarên li ser rol û girîngiya wêjeya Kurdî û xedina helbestên Kurdî, Berken Bereh berhemên xwe ji bo xwîneran îmze kir.