Pirsgireka standardkirina zimanê Kurdî

Nivîskar û lêkolînerên kurd ên bakurê Kurdistanê li ser standardkirina zimanê Kurdî xebatên xwe berdewam dikin. Li gorî nirxandina lêkolîneran, heta niha gelek nivîskaran li ser rêzimana Kurmancî xebat kirine lê belê hîn jî rastivîseke nehatiye amadekirin. Bahoz Baran lêkolîner û nivîskarekî Kurd e. Li gorî nirxandina Bahoz Baran, tenê kesek nikare kurdî standardize bike û divê bi derdoreke berfireh re xebat were kirin.

K24-Amed

Bahoz Baran - Lêkolîner û Nivîskar- diblje:"Em mecbûr in ku li ser rastnivîsandinê li hev bikin. Rê û rêzikên nivîsînê hene. Dibe ku heta niha %60-70 ê rastnivîsandinê rûniştiye lê belê hîn jî gelek mijarên nîqaşê hene. Dema ku hûn xebateke rastnivîsandinê bikin divê hûn hesabê hemû Kurdistanê jî bikin da ku em bizanin ev qad heta dereceyekê jî zanistî ye. Dema ku rastnivîsek ango rêbereke jî were amadekirin dê ev yek xizmetê ji bo yekitiyê re jî bike."

Li bakûrê Kurdistanê nivîsandina Kurmancî û Kirmanckî her çiqas pêş ve diçe jî nîqaşên li ser rastnivîsandinê hîn berdewam dikin. Li gorî nirxandina nivîskaran,  dê bi standardkirina Kurdî Kurdên her alî dê baştir ji hevdu fêhim bikin û ev yek jî dê xizmeta Yekitiya Neteweyî ya Kurd bike. Li gorî nirxandina Nivîskar û lêkolînerê Kurd Zana Farqînî, pêwîst e her lehçeya Kurdî di nav xwe de xwe standardîze bike.

Zana Farqînî -Lêkolîner û Nivîskar, got:"Meseleya standarkirinê bi alfabe û îmlayê ve girêdayî ye, ji ber ku alfabeya Aramî xwedî hin taybetiyan e û ya Latînî jî xwedî hin taybetiyan e. Ji ber ku damezrînerê alfabeya Kurdî ya Latînî Celadet Elî Bedirxan e wî jî di warê îmla û rastnivîsînê de hin gav avêtine. Ragihandina Kurdî ya bakur rîayetî rastnivîsê Celadet Elî Bedîrxan kiribin jî dîsa jî nîqaş jî dihatin kirin."

Li bakur û Tirkiyeyê Enstûtiya Kurdî ya Stenbolê û Weqfa Mezopotamyayê ji bo standardîzekirina Kurdiya Latînî hin xebat bi rê ve birin.  Di Komcivîna Yekemîn a Tora Ziman û Çanda Kurdî de jî li ser perwerdekirina bi Kurdî jî nîqaş hatin kirin û bang hat kirin ku dam û dezgehên bakur piştgiriya perwerdehiya Kurdî bikin. Ji bo ku perwerdehî êdî bi Kurdiyeke standardkirî were dayîn nivîskar û lêkolînerên Kurd xebatên xwe berdewam dikin.

https://www.youtube.com/embed/HIbeufpxyTY