Gulek tenê li çiyayên Kurdistanê şîn dibe

Gula Kurdistanê ku bi Kurdî, nêzîkî 10 navên wê hene û tenê li çiyayên Kurdistanê şîn dibe, bi taybetiya xwe ya xwerû balê dikşîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Gula Kurdistanê ku bi Kurdî, nêzîkî 10 navên wê hene û tenê li çiyayên Kurdistanê şîn dibe, bi taybetiya xwe ya xwerû balê dikşîne. Enver Ozqahraman ku li ser gul û nebatên li çiyayên Kurdistanê, berhevkarî û agahdariyan kiriye, tabetiyên vê gula xemgîn ji Kurdistan24 re nirxand.

Ev cure gul cureyeke ku bes li Çiyayên Kurdistanê heye û gelek, çîrok û efsane li ser hene. Ji ber ku gulên xwe serejêr vedike, Xirîstyan dibêjin, ji ber ku Hz. Îsa hatiye darvekirin, Misilman dibêjin ji ber ku Hesen û Huseyîn li Kerbela hatine qetil kirin û hin jî dibêjin ji ber evindarên negihiştine hev ev gul, nûneriya êş û xemginiyê dike.

Nivîskar û lêkolînerê Kurd, Enver Ozqhraman ku nêzîkî 25 salên xwe, li şûnwarê çavkaniya vê gulê, li Colemêrgê derbas kiriye, radigihîne ku çavkaniya vê cure gulê çiyayê Cilo ye û balê dikşîne ku piştî salên 1970'an hem ji Tirkiyeyê, hem jî ji welatên din buye şahîdê hewldanên bidestxistin û birina vê gulê.

Nivîskar Enver Ozqahraman ji K24ê re got: "Li gor herêman hinek dibêjin şilêr, hinek dibêjin zengila zoma, hinek dibêjin guldaxun, hinek dibêjin gulnixwîn, hinek jî dibêjin gulşêrin. Wexta bibêjî gulşêrîn, sitrana wê jî heye ku zêdetir di radyoya Erîvanê de dihat gotin. Li gor zanîna min ciyê yekem ya vê gulê çiyayê Cilo ye û Aşûriyan jî vê gulê muqadest dîtine. Ji br digirî, Sibehan bi dilopan kulmekî av jê tê. Li derdorê dêran û ziyaretan çandine û çaveke pîroz lê nihêritine."

Navê ku heta niha li deverên cuda lê hatine kirin ev in: Şilêr, Gula Kurdistanê, Guldaxun, Gulnixwîn, Gulşêrîn, Gul xunav, gulbizin, zengila zoma û makukaq" e. Enver Ozqahraman parastina vê cureyê jî girîng dibîne û tîne ziman ku bi qasî xweşikiya xwe gihandina vê gulê jî zehmet e. Ozqehreman balê dikşîne ku her tovê vê gulê, piştî 3 salan gul dide û hersal hêjmara gulên ku vedike zêde dibin.

Enver Ozqahraman dibêje: "Zêdekirin û gihandina wan zehmet e, dema ku bi nezanî ciyên wan bê xirab kirin û wisa bên qetilkirin heyfe û bi tov jî zehmet e. Lê dema pîvaza wê bê derxistin jî tenê yek gul vedike, mixabin tînin û pivazên wê bi çend lireyan difiroşin ku pare jî nîn e. Li gor min divê eleqeyeke baş ji bo van giyayan bê nîşandan ku ev tenê nîn e, giyayên tên xwarin jî, loma divê em hemû yên xwedî şiyan bi hevkarî xwedîlêderkevin."

Ev gul a balkêş, di destpêka meha Nîsanê de vedibe û zêdetir ji ciyên wiha kêş hez dike. Gundî û welatî jî dema ku rastî vê gulê tên, pêrê wêne û dîmenan nekêşin derbas nabin.