Li Diyarbekirê festival zarokan a Sûrê dest pê kir

Li Diyarbekirê yekemîn mîhrîcana zarokan a Sûrê dest pê kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê yekemîn mîhrîcana zarokan a Sûrê dest pê kir. Mîhrîcan dê li xalên cûda yên bajêr were kirin. Di mîhrîcanê de dê çalakiyên wekî sinema, şano, konser û ger û geşt werin lidarxistin. Armanc ji mîhrîcanê ew e ku zarokên bi taybetî di şerê Sûrê de mexdûr bûne werin dilxweşkirin.

Li Diyarbekirê bi pêşengiya "Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir, Şaredariya Sûrê û Jûra Bazirgani û Pîşesazî ya Diyarbekirê û 14 sazî û dezgehan yekemîn mîhrîcana zarokan dest pê kir. Çalakiyên destpêkê li Parka Bircên Ben û Senê hatin kirin. Di çarçoveya mîhrîcanê de zarokên ku di bêhnevedana cejnê de dê bi lîstokan keyf bikin û jî hînî hûnerên nû bibin.

Hevseroka Şaredariya Sûrê Feyme Fîlîz Buluttekîn amaje kir ku, di dema şer û aloziyan de derûniya zarokan têk çûyîbû û di serdema qeyûman de jî mîhrîcanên bi vî rengî nehatibûn kirin û zarokên bêriya çalakiyên wisa rengîn kiribûn.

Fîlîz Buluttekîn ji K24ê re got: "Pêşeroja me zarok in. Me ji bo ku çand, hûner, mûzîk û zimanê me neyê jibîrkirin me çalakiyên bi vî rengî da destpêkirin. Hûn dibînin mîhrîcaneke gelekî xweş çêbû. Em wekî şaredariya Sûrê dibêjin; belê ev ya yekemîn e lê em dixwazin di sala bê de em zarokên ji çar parçeyên Kurdistan û cîhanê vexwînin mîhrîcanê."

Di mîhrîcanê de gelek saziyên ku bi zarokan re eleqedarin û xebatan dikin cih digrin. Perwerdekarên dam û dezgehan karên destan, lîstik, stran û çîrokan bi zaravayên Kurmancî û Zazakî, Tirkî û Erebî hînî zarokan dikin. Di maveya 5 rojên mîhrîcanê de dê di kargehên darbûqa, wêne, reqsa gel, stranbêjî, filmên qartona û danasîna amûran de zarok werin perwerdekirin.

Pêşkêşkarê mîhrîcanê û perwerdekarê mûzikê Şêrko Kanîwer amaje dike ku ji ber aloziyan xebatên çandî û hûnerî li bajêr kêm bibûn lê ev mîhrîcan dê bibe destpêka çalakiyan.

Şêrko Kanîwer dibêje: "Me got ev 2,5 sal in li vî bajarî ji bo keyfxweşî û dilweşkirina zarokan xebatên teng tên kirin. Bi ragihandina Rewşa Awarte û tayînkirina qeyûman gelek sazî û dezgeh hatin girtin û gelek kes hatin desteserkirin. Ji bo ku kargehên bi zaravayên Kurmancî û Zazakî werin amadekirin me bangewazî kir û 17 saziyan ev bangewazî qebûl kir."

Rêveberên sazî û dezgehên ku mîhrîcanê li dar dixin amaje dikin ku,  dê zarok bi çalakiyên wekî sinema, şahî, ger û geşt, şano û konseran bextewar bibin. Mîhrîcana zarokan 11'ê Hezîranê roja Sêşemê li ser Çiyayê Çilan ango Kirklarê bi şahiya bafirokan dê bi dawî bibe.