Bi hatina Buharê re li zozanan karûbarên berîvanan dest pê kir

Li Colemêrga Kurdistanê ku herî zêde karê ajaldariyê lê tê kirin, bi destpêkirina heyama zozanan berîvanan jî dest bi dotina pez kirin. Şivan û berîvan ji aliyekî ve karê xwe dikin û ji aliyekî ve jî ji ber herêmên ewle ne razî ne.
kurdistan24.net

 

K24 – Colemêrg

Li Colemêrga Kurdistanê ku herî zêde karê ajaldariyê lê tê kirin, bi destpêkirina heyama zozanan berîvanan jî dest bi dotina pez kirin. Şivan û berîvan ji aliyekî ve karê xwe dikin û ji aliyekî ve jî ji ber herêmên ewle ne razî ne.

Li Colemêrga Kurdistanê bi hatina biharê re welatiyên ku debara xwe bi ajaldariyê dikin, derketin zozanan. Ligel vê karê berîvanan ku dê şeş meha berdewam bike destpêkir. Berîvanên gundê Qewal, digel karûbarên xwe yên malê derdikevin çiyayên bilind yên Qato û pez didoşin. Her çiqas çiyayê Qato herema ewle jî hatibe diyar kirin şêniyên Colemêrgê ji neçarî keriyên xwe derdixin van çiyayan. Berîvan bi alîkariya zilaman jî li qada ku “bêre” tê binavkirin, mîh û bizinên ku dikevin rêzê didoşin.

Berîvan Adîle Kanat ji K24ê re wiha got: “Em pez didoşin li çiyayên Qato. E bi  Xwedê niha cihê me xweş e, rihetiye û tu kêşeyên me tune ne. Xwedê tifaq û alîkariyê bide. Înşelleh ev rojên rihet berdewam bikin.”

Berîvan şeş mehan dê li çiyayan, li zozanan dotina pez bikin. Pez ji ber hewaya sar niha rojê de tenê carekê tê dotin, piştî ku hewa hindekî din germtir bû dê şivan keriyên pez derxin çiyayên bilindtir. Xwediyê pez jî dibejin wê demê jî dê bi wesayitan biçin dotina pez bikin.

Xwediyê pez Hasan Çelîk  dibêje: “Ez ser bêra pez digirim, şivanê me jî çuye nav berxan. Jiyana me ya gunda wisaye, jiyana me xweş e. Karê me bixwe ye. Bi dilê xwe em pezê xwe xwedî dikin.”

Xwedîkirina pez li Colemêrgê zêdetirîn ji bo debara malan e. Herwiha şivan piştî ku mih û bizin hatin dotin, wan diberdin çêrgehan û bi şîrê ku maye berxan şîr didin. Wekî din jî dema ku berx û meh digihîjin cem hev jî dimenên xwezayî derdikevin holê.