Dêrsim qedr û qîmeteke bilind didin keç û jinan

Li gor daneyên Saziya Jimaryariya Tirkiyê, bûkên zarok herî kêm li Bakurê Kurdistanê bajarê Dêrsimê hene. Xelkê Dêrsimê vê yekê bi bawermendiya Elewî û kevneşopiya xwe ve girê didin û didin zanîn, li Dêrsimê qedr û qîmeta keç û jinan pir zêde ye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor daneyên Saziya Jimaryariya Tirkiyê, bûkên zarok herî kêm li Bakurê Kurdistanê bajarê Dêrsimê hene. Xelkê Dêrsimê vê yekê bi bawermendiya Elewî û kevneşopiya xwe ve girê didin û didin zanîn, li Dêrsimê qedr û qîmeta keç û jinan pir zêde ye.

Tirkiye bi heftiyan derbarê bexşîna kesên ku bi keçên temên biçûk re zewicandin nîqaş dike. Herî dawî hikûmeta Tirkiyê yasa paşde kişand û ji komîsyonê jî derxist.

Li gorî daneyên TUÎK'ê, sala 2015'ê tenê 5 zewacên bi keçên 16 û 17 salî hene û ev rade ji sedî 1 kêmtir dimîne. Di vê radeyê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bajarekî din nîne.

Xelkê Dêrsimê dibêjin, di bawermendî û kevneşopiya wan de, cihê keçikan li malê,  cihê jinan jî di civakê de pir bilind e.

Welatiyê Dêrsimê Şukru Kiliç di vê derbarê de dibêje: "Ev yek bi kevneşopiya civakê ve girêdayî ye. Berê radeya xwendin û nivîsandinê kêm bû, lê dîsa jî civakê qedreke mezin dida jin û zarokên keç. Li gorî kevneşopiyên me dema jinek kofiya xwe bavêje nav şerê xwîndariyê, ew xwîn û şer radiweste. Li malbatê jî keç her tim li pêş kuran de ne.

Beser Kulbak jî dibêje: "Ez 66 salî me. Min hê nedîtiye û nebihîstiye ku zarokên biçûk bên zewicandin. Ciwan di destpêkê dixwînin pişt re ji hev hes dikin û belêniya dê û bavê xwe digrin dizewicin. Zewacên wiha dikin ku heta mirinê bextewar bin."

Dêrsim, di warê xwendina zarokên keç de jî di radeya herî bilind de ye. Her wiha di warê xwendekarên Zanîngehê de jî Dêrsim rêza yekemîn nade ti bajarê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê. Niştecihên Dêrsimê dibêjin, dê û bav xwe birçî û tazî dihêlin, lê zarokên xwe didin xwendin.

Welatiya Dêrsimê Fatma Akin jî dibêje: "Em zarokên xwe bi temenê biçûk nadin zewicandin û her tim li ba wan in. Dê û bav birçî û tî dimînin lê zarokên xwe didin xwendin. Çawa bingeh bidî zarokan wiha mezin dibin.

Şenay Kulbak wiha anî ziman: "Asta xwendinê li bajarê me bilind e. Her wiha Elewî girîngeyeke mezin didin mirovahiyê. Di ol û kultura me de zext û zordarî nîne. Keçik kî bixwazin bi wî re dizewicin û malbat jî rêz digrin. Destdirêjî û zordestî nîne."

Bi radeya sedî 15'ê, bajarên Bakurê Kurdistanê Kilîs, Qers û Agirî di rêza herî bilind ya bûkên temen biçûk de cih digrin.

Dîsa Diyarbekir jî bi sedî 7, ne radeyek kêm de ye. Pispor vê yekê bi xwendina zarok û bajêrvanî ve girê didin û her wiha destnîşan dikin jiyana gundewarî û bandora olî rê dide keçik di temenên biçûk de bên zewicandin.