Li Stenbolê careke din erd hejiya

Îro li beravên bajarokê Sîlîvriyê ya Stenbolê dîsa erdhêj rû daye û pileya wê 3.6 e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor ragihandina dam û dezgehên lêkolînên erdhêjê yên Tirkiyê, îro li beravên bajarokê Sîlîvriyê ya Stenbolê demjimêr 10:30 de dîsa erdhêj rû daye û pileya wê 3.6 e.

Berî 2 rojan li Stenbolê li devera Silîviriyê di binê behra Marmarayê de di kurahiya 9.8 kîlometreyan bi şida 4.7an erdhejek pêk hatibû.

Ev her du erdhêj di demek wisa de rû didin , ji mêj ve ye pispor pêşbîniya erdhêjeke dijwar li Stenbolê dikin û  tirsa erheja sala 1999an li nava civakê peyda dibe.

 

S. B