li gundê Bîrikê 20 sal in cigare nayê kişan

Li gundê Bîrik a Kercewsê ya girêdayî Êlihê, ev 20 sal in rewşek balkêş û hêjayî pîrozkirinê derketiye holê. Li gundê Bîrikê 20 sal in cixare nayê kêşan. Muxtarê gund amaje dike, ji ber ku gelek mezinên wan ji ber cixarê jiyana xwe ji dest dan, wekî wesiyet ji wan re gotin e, divê nifşên nu cixarê nekêşin.

K24- Hewlêr

Li gundê Bîrik a Kercewsê ya girêdayî Êlihê, ev 20 sal in rewşek balkêş û hêjayî pîrozkirinê derketiye holê. Li gundê Bîrikê 20 sal in cixare nayê kêşan. Muxtarê gund amaje dike, ji ber ku gelek mezinên wan ji ber cixarê jiyana xwe ji dest dan, wekî wesiyet ji wan re gotin e, divê nifşên nu cixarê nekêşin.

Evder gundê Bîrikê ye. Bîrikê gundek ê Kercews a Êlihê ye ku 15 malbat lê dijîn û serjimêriya wê jî ji 100î zêdetir e. Liv î gundî 20 sal in rewşeke balkêş heye ku hêjayî pîrozkirinê ye. Gundê biçuk û rengîn biryareke balkêş wergirtî ye û 20 sal in li vî gundî cixarê nayê kêşan. Nîştecîhên gund dibêjin ew pabendê wesiyeta mezinên xwe ne. Muxtarê Gundê Bîrikê Huseyîn Şahîn amaje dike ku bavê wî bandoreke mezin li wî kiri ye ku cixareyê qedexe bikin.

 Huseyîn Şahîn (muxtarê gund) dibêje:"Bavê min ji me re got, min vexwar hûn venexwin ne tiştekî baş e. Bavê min got, min zaroktiya xwe de vexwar hun venexwin. Me jî mezinên xwe neşikênand ne zarokê me, ne gêncên me, ne pîrekên me, tikesi venexwar."

Ji ciwanan heta salmezinan xort û pîrên gundê Bîrikê bi temamî cixare ji jiyana xwe derxistine û didin zanîn ku li gundê wan nexweşî jî kêm bûne ku di bingeha gelek nexweşînan de kêşana cixareyê heye. Welatiyên Bîrikê dibêjin ew naxwazin bi zenabunî zirarê bidin jiyana xwe.

Welatîyek dibêje: "Me cixare venexwariye, em venaxwin jî. Îxtiyarên me hebun vedixwarin, ew jî wefat kirin, em venaxwin. Ji berk u zirar w."

Welatîyek dî: "Kalkê me tenê vedixwar, vayên dî venedxiwar. Ji hingê heta vêha wisa dewam dike elhemdila. Li me şîret kirin. Gotin cixarê venexwin, tiştekî ne baş e."

Welatîyek din: "Temenê min 45 e. Ji bav û kale me de kesî venexwariye heta vêga. Em nahêlin ku zarokên me jî vexwin. Hem zirar e û hem jî ne kar e. Tiştê wilo divê em xwe jê dûr bixin"

Li gundê Bîrikê ya Kercewsê 20 sal in cixare nayê kêşan û welatiyên Bîrikê bang li gundên derdora xwe jî dikin ku wek helmetekê ew jî dest bi nekêşana cixareyê bikin da ku gundê wan di cîhanê de bi vê rewşa xwe ya erênî deng vede.