Viyan ji destê DAIŞê bo koşka bûkaniyê

Peyamnêrê K24ê li Şingalê Mahir Şingalî bi keçeke Kurd a Êzidî ya ji destê DAIŞê rizgar bûye re hevjîniyê dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Şingalê Mahir Şingalî bi keçeke Kurd a Êzidî ya ji destê DAIŞê rizgar bûye re hevjîniyê dike.

Mahir Şingalî derbarê hilbijartina hevjîna xwe Viyan de dibêje: “Min berî çar salan soz dabû bi keçeke Kurd a Êzidî ji destê DAIŞê rizgar bibe re jiyana hevjîniyê bikim.”

Viyan berî salekê ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin û piştre bi Mahir re pêwendiya xweşewîstiyê girê dide ji K24ê re kêfxweşiya anî ziman û spasiya her kesê alîkariya wan kirine kir.

Berî çar salan DAIŞê êrîşî Şingalê kir û hejmarek ji jin, keç û zarokê Kurd ên Êzidî revandin. Piştre beşek mezin ji wan hatin rizgarkirin û hîna hejmarek jî di destê wan de mane.

Beşek mezin ji keçên ji destê DAIŞê rizgar bûne, ji bilî ji aliyê derûnî ve rastî gelek astengiyan bûne, beşek ji civakê jî wan red dike, lê hevkarê me Mahir berûvajî vê yekê keçeke rizgarbûyî ji xwe re hilbijart û pê re hevjîniyê dike.