Miya Nordizê bi taybetiyên xwe mijara lêkolînên zanistî ye

Mî ango mêşina Nozdizê, bi taybetiyên xwe dibe mijara lêkolînên zanistî.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Mî ango mêşina Nozdizê, bi taybetiyên xwe dibe mijara lêkolînên zanistî. Akademisyen û Endezyarên Zirîetê radigihînin ku mî ya Nordizê, bi pêkan û berhemdanên xwe wek çavkaniyeke genetîka taybet e û ji bo parastin û bi pêşxistina cureyê wê, li zaningeha Wanê navenda Mî ya Nordizê vekirine.

Herema Serhedê wek çavkaniyeke cureyên ajala ye. Mî û pez jî li her devereke wê xwedî taybetiyên cuda reng in. Cureya miyan ku li devera Nordiza ser bi Wanê ve ye jî, bi berhemdana xwe ya zêde û taybet êdî mijara zanistiye.

Rêvebirê Navenda Miyên Nordizê ku di bin banê zaningeha Wanê de hatiye vekirin Mehmet Bîngol, radigihîne ku mî ya Nordizê, bi girbûna xwe û tam û zêdebûyîna berhemê xwe wek çavkaniyeke genetîka taybet e. Loma jî, ji bo lêkolîn, parastin û bipêşxistina vê cureyê navendekî vekirine.

Mehmet Bîngol wiha ji 24ê re axivî: "Bez û miyên ku li devera Nordizê dijîn, taybtiyên xwe ji xweza, zozan û giyayên wê deverê distînin. Taybetiyên Ax, hewa û nebat û giyayan diyarkar e. Gotineke Çîniyan heye dibêje: 'tu çi bixwî ew î' lewra mî ya Nordizê jî teqrîben 200-300 sal in ku ji devera nordizê xwedî dibe û taybetiyên cureyeke xwecîh girtiye."

Di çarçoveya Yekemîn Festivala Gulaşê ku li Payîzavaya navçeya Wanê hat lidarxistin de, pêşbirka miyên Nordizê jî hat lidarxistin û ev miya hanê bi taybetiyên xwe yekem hat bijartin.

Rêvebirên Jûra Endezyarên Zirîetê jî, balê kişandin ku li her devereke Herema Serhedê, cureyên taybet yên ajalan hene û hêjayî xwedîlêderketinê ne.

Farûk Sevîlogullari dibêje: "Di mî û pezên din de, 10-11 parsû hene, lê 13 parsuyên mî ya Nordizê heye. Li Payîzavayê, di salên navbera 1980-1990'an de 2 milyon û nîv ajal hebûn, milyon û 100 hezarê wan, li Nordizê bûn. Em dixwazin li vê cureya taybet xwedî derkevin."

Endezyarê Zirîetê Mehmet Tahîr Ertaş got: "Heta 30-40 sal berê, ji bo welatên wek Kuweyt û gelek dewletan dihatin firotin. Bi pêkan û berhemdana xwe pezekî taybet e."

Devera Nordizê ji 25-30 gundên ser bi Payîzavaya navçeya Wanê pêktê û tam û berhemdayîna pez û ajalên vê deverê ji aliyê Serhediyan ve tê zanîn. Endezyar û Akademisyen jî dixwazin ku wan taybetiyan biparêzin û bi cihanê jî bidin nasîn.