Xwedîkirina mêşên hingiv li Rojava ber bi kêmbûnê ve diçe

Xwedîkirina mêşên hingiv li Rojavayê Kurdistanê rastî gelek astengiyan tê.
kurdistan24.net

 

K24 – Dêrik

Li gundewarên Dêrikê welatiyê Kurd Nafih bêhtir ji 200 kewarî xwedî dike, tevî zehmetî û kêmbûna alavên pêwîst vê pîşeyê radestî zarokên xwe jî dike. Ji beriya bêhtirî 20 salan ve jêdera sereke ya debara jiyana wî ye, lê xwedîkirina mêşan rastî gelek astengiyan tê.

Piştî bêhnvedana nîvro, Nafih û kurê wî Enes cilên xwe yê taybet didine hev û berî didin kewarên hingiv û mîna zarokekî din Nafih dibêje ku guhdanê bi mêşên xwe dike. Kewara hingiv şaristaniyeke cuda ye, yase û zagonên wêy taybet hene, ji bo rêzgirtina bi van zagona jî pêwîst e em van cilên taybet lixwe kin da em karîbin derbasî vê şaristaniyê bibin.

Ji beriya bêhtirî 20 salan Nafih karê xwedîkirina mêşên hingiv dike, ji 3 kewaran dest pê kir û nuha nêzî 200 kewarên wî hene û salane nêzî 2 ton hingiv berhem dike, lê ji ber di salên dawiyê de gelek cûreyên derman û alavên taybet kêm bûne ev yek bandorê li berhemên Nafih dike, herwiha kêmbûna çêre û xwarina mêşan û belavkirina bê kontrol ji dermanên çandiniyê re rêjeya xwedîkirina mêşan di deverê de kêm dibe, lê tevî wê jî ew di vî karî de berdewam e ku jêdera wî aborî ye di jiyanê de.

Nafih ji bavê xwe hînî awayên xwedî kirina mêşên hingiv bûye, ew jî zarokên xwe hînî heman pîşeyî dike ji ber pîşeyeke xweristî ye û sûdên mezin tê de hene, ji bilî ku dahatên wê jî malbata wî bi rehetî xwedî dike. Zarokên wî jî bi vê yekê kêfxweş in tevî guhdaneke mezin û zanisteke taybet jê re pêwîst e.

Li herêma Dêrikê bi dehan zeviyên taybet bi xwedîkirina mêşên hingiv hebûn, lê bi sedema guhertina rewşa çandiniyê ku gelek berhem nema têne çandin û belavbûna parzûngehên destpêkî yên petrolê ev hejmar kêm bûye û bi kêmbûna berhemên hingivê xwecihî derfet ji kirîna hingivê ji dervî herêmê vedibe ku piraniya wê sexte ye.