Çîroka Kurdên Elewî yên li Şîrana Gumuşxaneyê

Li Tirkîyeyê li Herêma Behra Reş hejmareke zêde Kurd hene ku ew berîya 200-300 sal ewil ji bakurê Kurdistanê koç kirine li bajarên wek Gumuşxaneyê bûne niştecih. Li Şêran û Kelkîta navçeyên Gumuşxaneyê bi giştî 24 gundên Kurdên Kurmanc û Zaza hene, ku piranîya wan peyrewê bawerîya Elewîtîyê ne. Tîma K24ê çû gundê Sînanlîya Şêrana Gumuşxaneyê û guh da serpêhatîya hatina wan…Daxwaza sereke ya Kurdên Elewî ev e ku dewlet statûyeke fermî bide Cem-Evîyê an û dede jî bene tayînkirin.

K24- Enqere

Êdî kêm zêde her kes hay ji hebûna Kurdên Şêxbizinî û Kurmanc yên li Anatolyaya Navîn hene. Lê belê zêde kes ji hebûna Kurdên Kurmanc û Zaza yên li herêma Behra Reş tune ye. Ev der Şîrana navçeya bajarê Gumuşxaneyê ye…Li vê navçeya piçûk 12 gundên Kurdên Kurmanc yên Elewî hene ku dîroka hatina wan digihîje berîya 250-300 sal ewilî…Berê me dikeve gundê Sînanlîya Kurmancên Elewî yên eşîra Pîlwenkê. Ev gund 15 km dûrî navenda Şîranê ye û niştecihên vir bi eslê xwe ji Perteka navçeya Dêrsimê ne. Li gund zêde xort û ciwan nema ne, hemû ji bo debara xwe bikin diçin li bajarên mezin wek Stembolê dixebitin. Li gund bes kal û pîr mane.

Berîya 5-6 sal ewil li vê gundê ji bo ayîn û îbadetê Cem-Evî ji alîyê Zeynep Kose ve tê çêkirin. Xatîya Zeynep berîya 20 sal ewil kurê xwe yê li leşker Burhan Kose di şerê dewlet û PKKê da winda dike û li ser nave kurê xwe li gund Cem-Evî dide çêkirin.

Balkêşîya vê gundê ev e ku wek hin gundên Kurdên Elewî, her çiqas ji bo îbadetê perestgeha Cem-Evî hebe jî "dede"yê wan tune ye ku pêşkêşî li ayîn û taetên wan bike. Niştecihên gund dibêjin em jî wek her hemwelatî bac didin dewletê, ji loma jî çawa

dewlet mela û îmam tayin dikin û mizgeft û camîyan dike perestgehên fermî divê dewlet statûyeke fermî bide Cem-Evîyan û Dede jî bên tayînkirin.

Xatîya Zeycan bi temenê xwe yê 65 salî ji me ra klameke ku ew li ser gundê xwe Sînanlîyê ji ber xwe çêkirîye, û behsa xerîbî û xurbet Kurdên Elewîyan dike bi zareke dilşewat distirê…

Li Şîrana navçeya Gumuşhaneyê ku 90 km jê dûr e, 18 gundên Elewî hene, ji wan 18 gundan 12 gundên Kurdên Kurmanc yên Elewî hene ku piraniya wan ji Dêrsim, Sêwaz û Erzincanê hatine beriya 250-300 sal ewil hatine û li vir bicîh bûne. Mixabin bes kal û pir Kurdî dizanin, zarok û ciwan êdî Kurdî nizanin û zêde xwe li Kurdîtîyê jî nadeynin û bes nasnameya xwe ya Elewîtîyê derdixin pêş.