Bi atolyeyên hunerên destan jin beşdarî hilberînê dibin

Li malên dîrokî yên Wanê, di atolyeyên ku hatine vekirin de, jin hem fêrî huner û pişeyan dibin, hem jî beşdarî hilberîn û jiyana civakî dibin.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Li malên dîrokî yên Wanê, di atolyeyên ku hatine vekirin de, jin hem fêrî huner û pişeyan dibin, hem jî beşdarî hilberîn û jiyana civakî dibin. Keç û jinên ku beşdarî atolyeyan dibin, di 5 mehan de, fêrî çêkirina berik û berhemên xemlê dibin û bi alîkariya şaredarî û saziyên piştgir, li bazarê difroşin.

Li Wanê, bi piştgiriya şaredariya Tuşpa'yê û İş-Kûr'ê, di atolyeyên berhem û hunerên destan de jin û keçik hem fêrî huner û pişeyan dibin, hem jî bi berhemên xwe derfetê duhatiya xwe bidest dixin. Di atolyeya de, jinên 50-60 salî jî hene, qîz û keçikên ciwan jî. Hemû jî ji derfetê hatiye pêşkêşkirin razîne.

Vasfiye Atêş, radigihîne ku ew di her serdemekî de, perwerdehiye çêkirina ango bestira xalî û berikan fêrî 25 şagirtan dikin û ji 5 mehan carek jî şagirtên nû distînin. Atêş balê dikşîne ku jinên beşdar, piştî ku li vir fêrî dariştin û bestirê dibin, êdî dikarin li malên xwe jî berheman çê bikin û bifroşin û vî awayî jî duhatiyekî bidestve bînin.

Mamosteya Atolyeya Xalîçe û berikan Vasfiye Atêş ji K24ê re got: "Ev atolyeya raçandina berika ye. Li vir jin û keçen me fêrî çêkirina berikan dibin. Ev kurs û atolye di bin banê Şaredariya Tûşpayê de ye û Îş-Kur jî rojane 35 lîre dide şagirtan. Yanî hem kar fêr dibin, hem hilberîn dikin, hem jî pere ji bo wan tê dayîn."

Jin balê dikşînin ku demên xwe yên vala li vir bi awayekî çalak derbas dikin û dixwazin hem bi kooperatîfên hevkariyê, hem jî bi piştgiriya saziyan, ji bo berhemên xwe bifroşin jî bazar peyda bikin.

Gonul Ûçar çêkirina berikan fêr buye û niha jî hem berikan çê dike, hem jî fêrî çêkirina berhemên xemlê û xişikan dibe. Ûçar balê dikşîne ku jin di ciyê li ber televisyonê dema xwe vala derbas bikin, bi vî awayî dikarin beşdarî hilberîn û jiyana civakî bibin.

Gonul Ûçar dibêje; “Ez li malê betal runiştîbûn. Mamosteyên me vê atolyeyê vekirin, bala min kişand û em tiştê ku fêrî me dike çêdikin. Geşlek baş e. Em li ser ta û rîsan bi moriyan tiştên ku berê dapîrên me çêkirine çêdikin, gelek xweş e."

Serokê Şaredariya Tûşpa'yê Feyzî Ozgokçe jî serdana atolyeyan kir û ragihand ku ew bi kêfxweşî piştgiya projeyên wiha dikin û divê jî bên kirin. Ozgokçe balê kişand ku berhemên li van atolyeyan tên çêkirin, wek nîşaneyên Wanê ne û bi vî awayî çand û kevneşopî jî winda nabin.