Yek ji sembolên Rihayê gola Îbrahîm Pêxember e

Rojane bi hezaran geştiyar serdana gola Îbrahîm Pêxember dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Riha

Ji çar aliyên welat û cîhanê bi hezaran geştyar serdana Gola Îbrahîm Xelîl ya ku li Rihayê ye dikin. Gol û masiyên ku ji aliyê şêniyên herêmê ve pîroz tên pênasekirin bala geştyaran dikişîne. Armanca berpirsên qada geştyariyê ew e ku bikaribin di sala 2019'an de 2 milyon geştiyar bînin Rihayê.

Bajarê Riya yê Bakurê Kurdistanê wekî "Bajarê Pêxemberan" tê pênasekirin. Yek ji van Pêxemberan jî Hezretî Îbrahîm e. Li gorî ku di ayetên 68 û 69'an ya Sûreya Enbiya ya Qur'an'a Pîroz de jî hatiye qalkirin Kralê wê serdemê Nemrûdê Kenan ji ber ku baweriya wî red dike Hezretî Îbrahîm bi mencenîkê dihavêje nav agir. Lê belê bi fermana Xwedê, agir dibe av û dar jî dibin masî û derdora golê jî dibe baxçe û tiştek bi Îbrahîm Pêxember nayê. Ji wê rojê heta îro ji vê golê re tê gotin ku Gola Xelîlê Rehman ango Gola Îbrahîm Xelîl. Li gorî gotinan qîza Nemrûd jî bawerî bi Îbrahîm Pêxember tîne û ew jî xwe dihavêje nav agir û li cihê wê jî golekê çêdibe û ji bo wê gol jî "Gola Eyn Zelixa" tê gotin.Ev gol bûne sembolên bajarê Rihayê, bi hezaran geştyarên xwecihî û biyanî serdana van golan dikin.

Geştiyarê Amerîkî Davîd Stone: "Ez ji Arîzona ya Amerîkayê hatime ku serdana van şûnwarên dîrokî bikim. Ev der xwedî gelek delalî ne. Hewa gerim e lê dîtina van berheman jî li xoşa me diçe. Bi rastî jî ev der hêjayî serdanê ye."

Geştyara Şîliyî Vanesiya Cartal: "Tirkiye welatekî gelekî xweş û hêja ye, mirovên vê derê gelekî baş in. Ez ji Tirkiyeyê hez dikim."

Geştyarê Xwecihî Esat Batir: "Ez ji Semsûrê me lê belê li Stenbol dijîm, ez hatime kul i welatê xwe bigerim û alikariya welatê xwe bikim. Em ji vir derbasî Mêrdîn û Diyarbekirê bibin. Welatê me xweş e divê em li welatê xwe bigerin."

Gola Îbrahîm Xelîl 150 metreyan dirêj, 30 metreyan fireh û 3 metreyan jî kûr e. Di nava golê de masîpan hene û ev masî demekê wekî daran xwarih bûn. Masî ji aliyê şêniyan ve pîroz tên qebûlkirin û nayên xwarin. Her çiqas di mehên Havînê de hejmara kesên ku serdana golê dikin kêm bin jî di her demê salê de serdêrên Golê hene. Ji ber ku Îbrahîm Pêxember wekî bapirê 3 dînên semawî ango Yahudî, Xiristiyan û Îslamê tê qebûlkirin ji her olan kes serdana vî mekanê pîroz dikin.

Geştyara Bosna Hersekî Mîrna Emîrşîç: "Ez eslê xwe de ji Bosna Hersekê me lê belê li Elmanyayê dijîm. Em li van berhemên dîrokî digerin, bi dîtina van berhemên qedîm ez gelekî şa bûm. Rêberekî me heye ku ji me re qala dîrok û berheman dike. Min berê ev der di înternetê de dîtibû lê ez niha li vê der me, ez gelekî bi kelecan im."

Geştyarê Xwecihî Kerîm Ciliz: "Ez li Mêrsînê dijîm lê ji min re Ruha ji Mêrsînê xweştir e. Riha bi her alî xweş bûye.  Riha bi mirov, gol û ziyaretên xwe xweş e."

Li gorî ragihandina berpirsên qada geştyariyê, hejmara geştyaran li bajêr zêde bûye û piraniya otelan ji sedî sed tijî ne. Armanca berpirsên qada geştyariyê ew e ku bikaribin di sala 2019'an de 2 milyon geştyar bînin bajarê Pêxemberan ango Rihayê.