Komeke jinên kuafor porê xwendekarên çê dikin

Li Siwerêga ser bi Rihayê 20 jinên ku perwerdehiya kuafortiyê standine li dibistanan bi awayekî dilxwazî pora xwendekarên qîz yên dibistanan çê dikin.

 

K24 – Riha

Li Siwerêga ser bi Rihayê 20 jinên ku perwerdehiya kuafortiyê standine li dibistanan bi awayekî dilxwazî pora xwendekarên qîz yên dibistanan çê dikin.

Li Rihayê jin ji bilî karên xwe yên malê, xwe di gelek beşên karên din de jî didine xuyakirin. Li Siweregê jî 20 jin ji bo perwerdehiya kuafortiyê çûn Navendên Civakî yên Piralî “ÇATOM” û çar mehan li vir perwerdehî standin. Piştî vê perwerdehiyê jî jinan xwest ku tiştên ku fêr bûne di projeyekê de bi kar bînin.

Navenda ÇATOMê jî projeyek da destpêkirin û Navenda Gel ya Perwerdehiyê jî piştgirî da vê projeyê. Di çarçoveya projeyê de pêşî li dibistana gundê Buyuk Oxinê jî van 20 jinên dilxwaz yên kuafor pora sed xwendekarên qîz çêkirin. Xwendekar jî ji ber ku pora wan cara yekem ji aliyê kuaforan vê tê jêkirin kêfxweş in.

Xwendekar Altun Çubuk ji K24ê re got: "Îro hatin dibistana me û pora me çêkirin û bi çêkirina wan pir xweşik bû. Xwedê ji Miduriyeta Perwerdehiyê ya Millî razî be, bila her gav werin û porên me çêkin."

Li aliyê din 20 jinên kuafor bi vê projeye armanc dikin ku xizmetê bidin 9 hezar xwendekarên ku li dibistanên gundan dixwînin. Jinên ku vî karî bi dilwazî dikin dibêjin, ji bo ku alîkariyekê bidin zarokan dê ew ê gund bi gund bigerin.

Kuafora bi nave Gulten Eren jî dibêje: "Em çûn kursên ÇATOMê de fêr bûn. Por jêkirin, meqyaj û gelek tiştên elimîn û niha em hatine li van gundan digerin. Em alîkariyê didin xwendekaran û guh didin pora wan. Porên wan gelekî bê guhdan maye."

Herwiha piştî ku jinan pora xwendekaran jêkirin li ser Mafên Zarokan jî bernemayeke perwerdehiyê hate lidarxistin. Di bernameyê de hate gotin ku ew heta 18 saliya xwe zarok in û heta wê demê jî mafên wan yên lîstikan heye.