Li Diyarbekirê rojbûna Hz. Muhemed pîroz kir

Li Diyarbekirê ji aliyê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) û Komeleya Piştgirî û Alikariya Alimên Dîn (DIAY-DER) ve bi boneya rojbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed çalakiyek hat lidar xisitin.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê ji aliyê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) û Komeleya Piştgirî û Alikariya Alimên Dîn (DIAY-DER) ve bi boneya rojbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed çalakiyek hat lidar xisitin.

Parlementerên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP)ê, rêvebirên Partiya Herêman ya Demokratîk (DBP)-ê, Dayikên Aştiyê, seyda, alim û hejmareke xelk beşdarî çalakiyê bûn. Di çalkiyê de îlahî hatin xwendin û li ser rêbaz û exlaqê Hezretî Muhemed axaftin hatin kirin. Di çalakiyê de xavikên spî ku weke sembola aştiyê jî tê zanîn li mêvanan hatin belavkirin.

Ji hêla din ve, di 17ê Nîsanê de jî Rojbûna Pêxemberê Îslamê ji aliyê komeleyên ku nêzîkî Hizbullahê jî têne zanîn ve hatibû pîrozkirin.

Di 22’yê vê mehê de dê vê carê jî ji aliyê Serokatiya Karên Diyanetê ve her dîsa li Diyarbekirê dê Rojbûna Pêxemberê Îslamê were pîrozkirin.

Bi vî awayî li Diyarbekirê dê dê ji aliyên 3 fikrên cûda ce rojbûna Pêxemberê Îslamê bê pîrozkirin.