Masî piştî koça xerzdanînê vedigerin behra Wanê

Koça ku ji 15'ê Nîsanê ve ber bi rûbara ve didomiya êdî dema vegrînê ye û qedexeya nêçîrê jî radibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Mezintirîn gola Kurdistanê û Tirkiyeyê, behra Wanê û take cure masiyê ku lê dijî, ji bo bajêr nirx û çavkaniyên girîng in. Ew take cure masî, piştî koçeke zor û zehmet, hêkên (xerziyên) xwe danîne, êdî ji avên rûbar û çeman vedigerin nav behrê. Xwezaparêzên behra Wanê û akademisyenan girîngiya vê serdema koça masiyan ji Kurdistan24 ravekirin.

Masiyên behra Wanê, ji ber take cureyekî xwerû yê vê behrê ye, ji aliyên bajêriyan ve girîng tê dîtin. Bi taybet serdema hêkdanîna wan ango xerzdanîna wan ku bi avên çem û rûbaran ve dikişên de nêçîr û xwarina masiyan qedexe ye. Ew koça ku ji 15'ê Nîsanê ve ber bi rûbara ve didomiya êdî dema vegrînê ye û qedexeya nêçîrê jî radibe.

Serokê Beşa Berhemên Avê yê Zaningeha Yuzuncu Yil yê Wanê Mustefa Akkuş radigihîne ku behra Wanê û berhemên wê ji teqrîben 800 hezar salan ve ye, xwe berdewam dike û divê em jî wê biparêzin û ji paşerojê re bihêlin. Akkûş balê dikşîne ku bi tunekirina xwezayê na, lê bi parastina wê, mirov dikare zêdetir jê sûd werbigre.

Dr. Mustafa Akkûş ji K24ê re got: "Gola Wanê 800 hezar sal in heye û masiyê behra Wanê jî 800 hezar sal in lê dijîn. Xwediyên eslî yê vê derê ew masî ne. Em mirovên ku li vir dijîn, belkî hezar sal berê ne li vir bûn, lê ew li vir bûn. Di rastî de çîroka masiyê behra Wanê çîroka behîtekiye (mucizeyeke), çîroka berxwedan û hebûnê ye. Ji ber ku di serdema koça hêq kirine de, gelek dihatin ziyankirin, li ber nemanê bû. Lê bi saya Prof. Dr. Mistefa Sari ku bernameya parastinê amade kiribû, masî her diçe zêdetir dibin. "

Li gor diyardeyên lêkolînan di destpêka salên 2000'an de, masiyê behra Wanê ber bi asta nemanê ve diçûn û heta wê demê, ji bo 1000 kesî çavkaniya aboriyê bû, lê niha dora 14 hezar kes ji masiyên behra Wanê debara xwe dike.

Rêvebirê Aktivistên Hewildoriya Behra Wanê Serkan Seyahoglû jî bal kişand ku masiyên behra Wanê çavkaniya 14 hezar kesî ya aboriyê ye û li bajêr ji bo ev cure masî xwe berdewam bike û bi taybetiyên xwe çavkaniyên çandî û aborî peyda bike hişyariyekî peyda bûye.

Serkan Seyahoglû dibêje: "Masiyê Wanê ku êdî xerziyê xwe danî ava şêrîn, êdî dest bi vegera gola Wanê dike. 14 hezar mirov ji vê nîmetê feyde dibîne. Welatiyên Wanê di koça masiyan de her diçe hişyariya xwe nîşan didin û serdema koçê de, nehat firotin û sitend û li masî xwedî derketin. Ev jî tiştekî gelek girîng bû."

Masiyê behra Wanê, piştî 15'ê Nîsanê bi avên şêrîn yên rûbar û çeman ve ji bo berdewamiya nivşên xwe dikişên û di vê serdemê da nêçîra wan qedexe ye. Piştî 15 Tîrmehê jî berbi golê ve bi masiyên nû re vedigerin. Her masiyekî, her carê teqrîben 2300 masiyê nû çê dike.