Çîroka dû zaroyên Efrînî li Stenbolê

Roj diçe ava lê Hisên û Brahîm ku koçberên ji Efrînê ne bi bagetên destê xwe li satila mastê dixin da ku debara mala xwe bikin.

K24- Stenbol

Roj diçe ava lê Hisên û Brahîm ku koçberên ji Efrînê ne bi bagetên destê xwe li satila mastê dixin da ku debara mala xwe bikin.

Hisênê 14 salî û brayê wî Brahîmê 10 salî ji ber şer ji welatê xwe Efrînê dedikevin tên Tirkiyê. Dayika her duyan ji ber nexweşiyek canê xwe ji dest dide. Piştre li gel bavê xwe berê xwe didin Stenbolê.

Hisên Şêxo-Koçberê Efrînê, got: Min di ser telefonê re li înternetê lêdana bateriyê temaşe kir ku çawa tê lêdan. Paşê ji ber bateriyek me tunebû min jî li satilê da. Ku bateriya min hebûya min ê biçûya welatên cuda li wan welatan bigeriyama û li bateriye bixista. Gava ez li satilê dixim gelek kes derûdora me li hev dicivin û rîtmên me diecibînin dibêjin pêşerojê hû ê bibin baterîstên baş.

Bavê wan Evdila Şêxo di kargeheke tekstîlê de dixebite lê ji bo xweytiya 5 zarokan, mûçeya bav têrî wan nake li ser vê du bra satila mastê hildidin destê xwe bi rîtmên muzîkal ku wek dengên ji bateriyek derdikeve bala xelkê dikêşînin ser xwe.

Evdo Şêxo-Bavê Hisên û Brahîm, dibêj: Çend rojan min dît ku ez ji kar vedigerim têm malê, Hisên û Brahîm ne li malê ne ji yên li malê dipirsim ka zarok li ku ne dibêjin nizanim paşê derengiya saetê di bêrîka wan de bi pereye tên malê. Ji wan dipirsim hûn ji ku tên we ev pere ji kuderê anîn? Dibêjin baba tu bi tena serê xwe bo debara malê zehmetiyê dikêşinî, loma em jî li satilê didin û pere berhev dikin. Xweş lê didin mirov ji hunera wan hez dike. Lê zabita pêşiya wan digire pereye wan ji wan distîne.

Brahîm nava rojê diçe xwendinê, ber bi êvarê ve jî bi lêdana vê satilê wekî brayê xwe Hisên hewl dide pariyek nan bibe mala xwe.

Brahîm Şêxo-Koçberê Efrînê, got: Brayê min Hisên di salekê de li ser înternetê hînî lêdana bateriyê bû, paşê hînî min jî kir. Paşê me bi hevra bi satilan dest pê kir. Ez ji Ahmet Kaya hez dikim. Çimkî stranên wî bi me xweş e.

Du zarokên Kurd tevî nebûna derfetên baş, bo muzîkjeniyê xîreteke mezin didin û dixwazin pêşerojê bibin baştirîn baterîst.