Li Dîyarbekirê karkerên gilêşê di mercên giran de dixebitin

Vegerandin û veguhestina bermayî û zibilan, li her cihekî wekî pişeyekê ye. Liser zibilxaneya Diyarbekirê jî, berhevkariya berhemên vegerandin û veguhastinê di şertên zehmet û metirsîdar de tên kirin. Toz û duman, a ku ji zibilxaneyê radibe jî, zehmetiyê û metirsiyên liser tenduristiyê zêdetir dike.

K24-Amed

Vegerandin û veguhestina bermayî û zibilan, li her cihekî wekî pişeyekê ye. Liser zibilxaneya Diyarbekirê jî, berhevkariya berhemên vegerandin û veguhastinê di şertên zehmet û metirsîdar de tên kirin. Toz û duman, a ku ji zibilxaneyê radibe jî, zehmetiyê û metirsiyên liser tenduristiyê zêdetir dike.

Ev qada zibilên Diyabekirê ye û di nav vê toz û dûmana ku bê navber radibe de; berhevkarên zibilan ji bo nanên xwe dixebitin. Zibil û bermayiyên bajêr, bi kamyonan li vê derê tên valakirin û dema xebata ji nav wan zibilan, berhevkirina berhemên vegerandin û vegurtinê dest pê dike.

Suleyman Demîr teqrîben 20 sal in vî karî dike û hemû çavkaniya wî û 5 zarokên wî jî ev der e. Demîr balê dikişîne ku ji ber toz û dûmana ku ji vê derê radibe, jiyana wan hemûyan di bin metirsiyên tenduristiyê de ye, lê ji bo bidestxistina nanê xwe jî mîsoger in ku ligel hemû zehmetiyan kar bikin.

Sulêyman Demîr (berhevkarê zibilan), dibêje:"Berê ji vî karî mehane teqrîben 2 hezar û 500 lîra ji bo me dihat, niha ku penaberên Suriyeyî hatine, rojane 30-40 lira ya dimîne, yan jî namîne. Ev 19 sal in, ez vî karî dikim û seyareya min jî tuneye. Roj heye ez 20 km dimeşim û têm vê derê. Seyareyên Şaredariyê jî me nagirin,  qedexe ye. ji ber ku em zibil dikişînin, ew jî heq in. Rewşa me ev e, kara me nîn e û em perişan in."

Bi taybetî ji ber ku bermayiyên tibî dirêjin zibilxaneyê û dûmana ku sotandina wan çê dibe, hem li ser berhevkaran hem jî li ser ajalên ku tên, metirsiyê peyda dike.

Mihemed Baran jî ji 10 salan zêdetir in ku berhevkariya zibilan dike û radigihîne ku kara wan hêjayî tiştekî nîn e, lê naxwazin muhtacî kesî bibin, loma  hemû metirsî û xetereyên vî karî li ber çavan digirin.

Mihemed Baran (berhevkarê zibilan), got:"Ez 10-11 sal in bi nano-ziko di vî kara de dixebitim, lê muhtacî kesî nabim. Wek xuya ye, di nav vê dûmanê de em zibilên vegerandin û veguhertinê berhev dikin û dişînin wan saziyan. Plastîk,demir, teneke, karton û tiştên madenî berhev dikin û ji bo veguhertinê dişînin. Ev agirê ku disote jî ji ber berhemên tibbî disote û gaza metanî tê de heye."

Berhevkarên zibilan, di germa Diyarbekirê da û di şert û mercên ku li ser tenduristiya wan metirsî peyda dikin de; di nav zibil de hewila nan û debara xwe dikin û daxwaza piştgiriyê ji rayedaran dikin.