Mesrûr Barzanî: Piştevaniyê li bicihkirina yasaya dadgehkirina DAIŞê dikin

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û rasperdeyê bi pêkanîna hikûmetê Mesrûr Barzanî ligel Şêwirmendê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) bo Lêkolînên di Tewanên DAIŞê de Kerîm Esed Ehmedxan civiya û behsa çareserkirina pirsgirêka endamên DAIŞê yên desteserkirî kirin.

K24 –Navenda Nûçeyan

Di civînê de Mesrûr Barzanî pêzanîna xwe li hember biryara Netewên Yekgirtî ya taybet bi lêkolînên di tawanên DAIŞê û pêngavên proseya dadgehkirin û sizadana tawanbarên DAIŞê de nîşan da û ragihand, wek dezgehên Herêma Kurdistanê piştevaniyê li bicihkirina yasaya dadgehkirina DAIŞê dikin, bi taybet li ser tawanên ku di derheqê Êzidiyan de kirine.

Herwiha tekezî li wê yekê kir, hemû hevkarî û alîkariyê pêşkêş dikin, ji bo ew tawanbar bêne pêş dadgeheke navdewletî û bêne dadgehkirin.

Ji aliyê xwe ve, Şêwirmendê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) bo Lêkolînên di Tewanên DAIŞê de buxteyek derbarê erk û karê pê hatiye spardin diyar kir. Ameje bi wê yekê kir, tawanên DAIŞê li Iraq û Kurdistanê encam dane, diçin çarçoveya jenosidê.

Derbarê encamên lêkolînê û proseya dadgehkirinê de ragihand, ku ji bo cudakirina tawanbaran û amadekirina zemîna aştiya niştimanî ye.

S. B