Li Diyarbekirê komxebatek bo piştevaniya referandûmê

kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, Partiyên Kurdistanî di bin banekê de li hev civiyan û bi sernavê 'Referandûma Serxwebûna Kurdistanê' komxebateke hevpar li dar xistin. Beşdarvanên komxebatê ragihandin ku meseleya serxwebûna Kurdistanê dê çarenûsa hemû Kurdan tayîn bike; ji ber vê yekê jî divê li Bakur û li nav raya giştî ya Tirkiyeyê girîngiya serxwebûnê bê gotin.

Ji bo piştgiriya Referandûma Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê, li Bakûrê Kurdistanê jî liv û tevger zêde dibe. Rêveber û endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-Bakur), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-Tirkiye), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Hereketa Azadî, saziyên civakî yên sivîl, rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û akademîsyen di komxebata 'Referandûma Serxwebûna Kurdistanê' de li ser nexşerêyekê piştgiriyê nîqaş kir.

Berdevkê Hereketa Azadî Ayetulah Aşitî di komxebatê de wiha axivî: "Hûn ji temamê cîhanê re çi dixwazin em jî ne kêm ne zêde ji Kurdan wê dixwazin. Ji Ermen, Misilman, Ereb, Faris, Amerîka re dinyaya medenî çi dixwaze em jî wekî gelekê wê dixwazin."

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk jî got: "Divê em beriya her tiştî gele bakûr baştir agahdar bikin. Dê ev hestên dewletbûnê, hestên netewbûnê jî xurti bike, dê ev yekitiya nav me û partiyên Kurdistanê jî xurtir bike. Ev berpirsiyariyeke me ya dîrokî ye. Divê em ji vir înîsîyatifekê ji vir derxînin. Li gel vê înîsîyatîfê da em bikaribin xebatên piştgiriya referandûmê bimeşînin. "

Serokê Giştî yê PDK-T Mihemed Emîn Kardaş di gotina xwe de got: "Serxwebûna dewleta Kurdistanê ji bo dewleta Tirkiyeyê nabe astengî berevajiyê vê bi dewletbûna Başûr dê Tirkiye aramtir bibe."

Nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî amaje kirin ku ev civîn destpêkek e û ji niha û pê ve ji bo piştgiriyê dê seferber bibin. Axaftvanan dan zanîn ku divê girîngiya meseleya serxwebûnê li Enqereyê, ji nûnerên dewletan re û li Rojavayê Tirkiyeyê jî ji Tirkan re were gotin. Beşdarvanên komxebatê xwestin ku Kurdên li bajarên wekî Stenbol, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û bajarên ku bi sedhezaran Kurd lê dijîn jî xebatên piştgiriya pêvajoya Serxwebûna Kurdistanê werin rêvebirin. Ji aliyê din ve rêveberî û partiyên siyasî yên Kurdistanê hat xwestin ku serxwebûn nebe qurbana pirsgirêkên navxweyî.

Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak wiha axivî: "Divê em li Enqereyê xebatekî lobî bidin meşandin da ku nûnerên dewletan bizanibin ku gele Kurdistana Bakûr piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin. "

Serokê Giştî yê PSKê Mesud Tek jî wiha wnî ziman: "Tiştê ku ji me tê xwestin ew ku gelo em çawa dikarin raya giştî ya Tirkiyeyê agahdar bikin û qanî bikin, qe nebe em çawa dikarin bertekên wan nerm bikin. Em çawa dikarin helwesta hikûmet û dezgehên dewletê yên niha tûnd nerm bikin, da ku ne piştgir bin nebin pêşîgir jî."

Serokê Giştî yê OSP'ê Sînan Çîftyurek got: "Em çawa dikarin 40 mîlyon Kurdên yên li her çar parçeyan, li metropolan û li dîasporayê wekî bi rihekî serxwebûnxwaz bangeşiya erênî bikin. Wekî OSP em dibêjin çawa sandoqa hilbijartinê di 25ê Îlonê de li Hewlêrê werin danîn heger wê rojê sandoq li Stenbol, Edene, Bexda, Taran û Şamê were danîn ez bawer im dê dengeke zêde ji boy ê erê derkeve."

Beşdarvanan ragihand ku ji bo azadiya Kurdistanê rojekê welatparêzên ji tirsa sîxûran an di şikeftan de yan jî li bin daran, civînên xwe pêk dihanîn lê niha di platformên vekirî de bi wêrekî dikarin xebatên ji bo Serxwebûna Kurdistanê pêk bînin û ev jî nîşaneya encamdayîna têkoşîna azadiyê ye. Li gorî agahiyên ku rayedarên partiyên Kurdistanê dan, li bakûr û Tirkiyeyê ji bo piştgiriya Serxwebûna Kurdistanê dê seferberiyekê bidin destpêkirin.