Li Îzmîrê 21 parêzer hatin binçavkirin

Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakiyên şermezarkirina desteserkirina şaredariyên Diyarbekir, Wan û Merdînê, berdewam dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakiyên şermezarkirina desteserkirina şaredariyên Diyarbekir, Wan û Merdînê, berdewam dike.

Îro li Îzmîrê hejmarek parêzer xwestin destdanîna ser şaredariyên HDPê şermezar bikin. Lê polîs rê neda wan û destêwerdaneke tund kirin. Di encamê de 26 parêzer û rojnamevanek hatin desteserkirin.

Her di wê derbarê de jî, li navçeya Datça ya Muxlayê jî aligirên HDPê dema dixwestin çalakiyeke şermezarkirinê encam bidin, rastî êrîşa polîsan hat.

Di encama rêgirtina polisan de pevçûn derket û 21 endam û rêveberên HDPê û partiyên din yên sîyasî  hatin desteserkirin.

Ji aliyekî din ve, li bajarên wekî Mêrsîn û Dîlokê jî her cûre xwenîşandan û çalakî hatin qedexekirin.

 

S. B