Almanya herî zêde çek difroşe Tirkiye

Ligor lêkolînên Deustche Welle Almanya herî zêde çek difroşe Tirkiye. Firotina çek bo Tirkiye ji sedî 60 a firotina hemû çekên Almanya bo welatên derve ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor lêkolînên Deustche Welle Almanya herî zêde çek difroşe Tirkiye. Firotina çek bo Tirkiye ji sedî 60 a firotina hemû çekên Almanya bo welatên derve ye.

Di dem a ku di navbeyna Yekîtiya Ewrûpa û Tirkiye de pirsgirekên mezin bi taybetî liser lêgerînên Tirkiye yên enerjiyê li peravên Qibrisê rû didin û ev yek bû ye egera dorpêçên Ewrûpa dijî Tirkiye, yek ji welatên herî bihêz ên YE – Almanya herî zêde çek firotiye Tirkiye.

Wezareta Aborî ya Almanya ragihand, ku di 4 mehên destpêkî yên îsal de Almanya bi gujmê 184 milyon û 100 hezar Euro (zêdeyî 200 milyon Dolar ên Amerikî) çek firotiye Tirkiye, ku dike ji sedî 60 a firotina çek ên Almanya.

Sala par jî di firotina çek ên Almanya de Tirkiye rêza yekem bû.

 

 

C.B