Li Dêrazorê 7 zarok di teqînekê de canê xwe jidest dan

Di encama teqîna bombeyekê li gundewarê Dêrazorê de, 7 zarok hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama teqîna bombeyekê li gundewarê Dêrazorê de, 7 zarok hatin kuştin.

Ajansa “SANA” ya ferm yê Hikûmeta Sûriyê belav kir, paşmayeke DAIŞê li gundê Diblan ê li rojhilatê Dêrazorê teqiya û di encamê de 7 zarokan canê xwe jidest dan.

Wê ajansê da zanîn, zarokên canê xwe jidest dane di navbera 9 salî û 13 saliyê de ne û dema dilîstin, bombe bi wan de teqiya.

Ji dema kontrolkirina gundewarê Dêrazorê ji çekdarên DAIŞê, ta niha gelek caran bombe û mînên ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine vedan di welatiyên sivîl de diteqin û dibine qurbanî.

 

S. B