Emerîkayê siza bi ser hejmareka kompaniya û bazirganên din re sepand

Wezareta gencîne ya Emerîkayê sizayên ser Îranê berfireh kir û dû kes û şeş kompanyayên din yên peywest bi Kompanya ya Nîştîmanîya Petrola Îranê siza dan.

K24- Hewlêr

Wezareta gencîne ya Emerîkayê sizayên ser Îranê berfireh kir û dû kes û şeş kompanyayên din yên peywest bi Kompanya ya Nîştîmanîya Petrola Îranê siza dan.

Di ragehandinekê de, wezareta gencîne ya Emerîkayê ragehand, her yek ji van kompanîyayan hatin siza dan bi sedema reftarkirinê li gel Kompaniya ya Nîştîmanî ya Petrola Îranê dikin.

  • (Triliance Petrochemical Co. Ltd)
  • (Sage Energy HK Limited) ku baregeha wê li Hong Kong e.
  • (Peakview Industry Co Ltd) baregeha wê li Şenghay e.
  • ( Beneathco DMCC) baregeha wê li Dûbey e.

Li gor sizayan, samanên evan kompanîyayan li Emerîkayê dê bihên qerisandin (bilokkirin). Rê nahêt dan ti kompaniyayeka Emerîkayî reftarê li gel wan bike. Her sazaîyeke din jî reftarê li gel wan bike; ew jî dê bihên sizadan.

Herweha dû kesên bazirgan jî siza bi ser wan re hatîye sepandin. Ew jî Elî Bîyandirîyan ku Îranî ye û peywendî li gel kompanya ya (Triliance Petroleum) heye. Bazirganê dî, hevwelatîyeke Çînî ye û peywendî li gel kompaniya ya (Shandong Oiwangwa) heye.

Ji bilî evan, Emerîkayê siza bi ser dû kompaniyayên din re jî sepandîye, ku ew jî kompaniya ya  (Jiaxiang Industry Hong Kong Limited) û kompaniya ya (Shandong Oiwangwa Petrochemical Co Ltd).