Erdogan: Trump û Putin ji min xwestin, ku bi Mezlûm Ebdî re bicivim

Serokomarê Tirkiyê dibêje, Trump û Putîn fişar li wî kirin e, ku bi Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî re rûn e, lê wî ev yek red kiriye

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê dibêje, Trump û Putîn fişar li wî kirin e, ku bi Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî re rûn e, lê wî ev yek red kiriye.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan liser pirsa rojnamevanan a derbarê civînên aliyên Lîbyayê, da xuyakirin, tu niyazek wî nîn e bi Xelîfe Hefter re rûn e. Erdogan got, Serokê Amerîkayê gelek fişar li wî kirin e,  ku bi YPG û Mezlûm Ebdî re rûn e, lê wî gotiye, ew tu carê bi terorîstekî re li dor maseyê rûnan e.

Erdogan da xuyakirin, Putîn jî heman tişt ji wan xwestiye û got, di têkoşîna dijî terorê navnetewî de, gelek bac dan e û di siyaseta wî de, hevdîtinek û rûniştineke weha nabe.

Hîn berê Erdogan dabû destnîşan kirin, ku birêveberiya Amerikayê hewl da ye, di navbeyna mezlêm Ebdî û Erdogan de civîn lidar bikeve, lê yekem car e di vê babetê de navê Serokê Rûsyayê Putin jî binav dike. 

 

 

C.B