Jeffery: Bi Tirkiyê kar ji bo avakirina herêmeke ewle bê YPGê dikin

Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Karûbarê Sûriyê James Jeffery ragihand, Amerîka bi Tirkiyê re kar dike ji bo herêmeke aram li bakurê Sûriyê rabigihîne, ku Yekîneyên Parastina (YPG) tê de nebe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Karûbarê Sûriyê James Jeffery ragihand, Amerîka bi Tirkiyê re kar dike ji bo herêmeke aram li bakurê Sûriyê rabigihîne, ku Yekîneyên Parastina (YPG) tê de nebe.

Li gor nûçeya “AA” James Jeffery li Kongreya Hevbeş a 37an ya Encûmena Karên Tirkî û Amerîkî (TAIK) wê li Washingtonê birêk goratek pêşkêş kir û got: Divê hêzên Îranî ji Sûriyê derkeve û vegerin welatê xwe. Amerîka bi Tirkiyê re ji bo PYDê gihîştiye têgihîştineke hevbeş.

Jeffery got, hevbeşiya Amerîka û Tirkiyê ya jeostratejîk ya girîng berê û niha jî heye. Washington bi Enqerê re li ser çend pirsan li Sûriyê kar dike.

Herwiha got: Hîna gelek kar divê bê kirin, ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê.

Got jî: Tirkiye bi Rûsya û Îranê re endameke welatên gerentîkar Astanayê ye û ew dengê opozîsyona Sûriyê ku nîvê gelê Sûriyê ye. Ev rewş ji aliyê armancên Netewên Yekgirtî gelekî girîng e.

Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Karûbarê Sûriyê got: “Amerîka têdigihe nîgeraniya Tirkiyê derbarê YPGê de ya ku me ligel wê şerê li dijî DAIŞê kiriye. Em bi Tirkiyê re kar dikin ji bo avakirina herêmeke ewle ku YPG tê de tune be.”

Serokê Amerîka Donald Trump di meha Berçileya 2018an de biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê da û behsa avakirina herêmeke ewle li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bi kûrahiya 32 K.M kir.

Tirkiye jî piştî wê yekê dibêje dê ew herêma ewle di bin çavdêriya wê de be, lê hêzên Kurdî çi partiyên di Rêveberiya Xweser de û çi yên di nava ENKSê de wê yekê red dike û hevnerînin ku divê herêma ewle di bin çavdêriya navdewletî de be.  

 

S. B