Çarenivîsa peywendîyên Dîmeşq û Enqereyê

Ajansên Reutersê û Ajansa Fermî a Sûriyeyê SANAyê ragihandibun ku Raweşkarê Mîta Tirkiyeyê û Serokê Îstîxbarata Sûriyeyê Elî Memluk li Moskoyê civîyane. Derbarê hevdîtinan de jî Cîgirserokê Giştî yê CHPê dibêje divê ev hevdîtin di asteke bilind de û rasterast bên kirin. Pispor jî dibêjin wisa dixuye ku dê mekanîzmayeke sêalî ku Rûsya jî di nav de ye pêk were.

K24- Enqare

Ajansên Reutersê û Ajansa Fermî a Sûriyeyê SANAyê ragihandibun ku Raweşkarê Mîta Tirkiyeyê û Serokê Îstîxbarata Sûriyeyê Elî Memluk li Moskoyê civîyane. Derbarê hevdîtinan de jî Cîgirserokê Giştî yê CHPê dibêje divê ev hevdîtin di asteke bilind de û rasterast bên kirin. Pispor jî dibêjin wisa dixuye ku dê mekanîzmayeke sêalî ku Rûsya jî di nav de ye pêk were.

Ajansa Fermî a Nûçeyan ya Sûrî SANAyê ragihandibu ku civîneke sêalî ya Tirkiye, Rûsya û Sûriyeyê birêve çûye. Li gor ajansê Rawêjkarê Mîta Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê Îstîxbarata Sûriyeyê Elî Memluk li Moskoyê civiyane û geşadanên li herêmê, Sûriyê û rojavayê Kurdistanê gotubêj Ajansa Reutersê jî ragihand ku ew bi rayedarekî Tirk axivîne û ev hevdîtin piştrast kiriye û ajansê ev nûçe wek yekem hevdîtina fermî di navbera her du welatan de belav kir.Cîgirserokê Giştî yê Partiya Sereke a Opozîsyona Tirkiyeyê Yildirim Kaya jî amaje kir, ew ji berê ve dibêjin divê desthilat hêvdîtinan bi Trump û Putîn re qût bike û bi Esad re hevdîtinan pêk bîne. Kaya got; ne Hakan Fîdan hewceye Serokkomarê Tirkiyeyê bi serokê Sûriyeyê Esad re hevdîtinê pêk bîne.

Yildirim Kaya - cigirserokê giştî yê CHPê – got: "Tişta ku bê kirin zelal û eşkereye. Li Sûriyê hikumeteke rewa heye û serokê wê jî birêz Esad e. Serokkomarê Tirkiye jî hewceye ew bixwe van hevdîtinan bi Esad re bike. CHP ji destpêkê ve yekrêziya xaka Sûrî diparêze îro hatin heman qonaxê. Hevdîtinên serokê Mîtê kêşeyan çareser nake ji ber vê yekê jî divê demildest serokên her du welatan rasterast bihevre hevdîtinan bikin. "

Li gorî ajansa SANAyê aliyê Sûriyeyê daxwaz ji Tirkiyeyê kiriye kul i gorî rêkeftina Soçiyê erkên xwe bi cîh bîne, yekrêziyê li desthilatî û xaka Sûriyeyê bigre û divê çarçoveyê de jî demildest serbazên xwe ji Sûrî vekişîne. Li gorî ajansa Reutersê jî divê hevdîtinê de aliyê Tirkiyeyê jî daxwaz kiriye ku di warê rojavayê Kurdistanê, agirbesta Idlibê û YPGê de bihevre bixebitin û gavên hevpar biavêjin. Pisporê Enstîtuya Stratejîk a Başkentê Engîn Oktem jî amaje kir; bi navbeynkariya Rûsyayê wisa dixuye ku dê di heyama pêşiya me de mekanîzmayeke sêalî navbera Tirkiye, Sûrî û Rûsyayê de pêk were.

Engîn Oktem - pisporê Enstîtuya Stratejîk ya Başkentê -  dibêje: "Ji aliyê Tirkiyeyê ve her gav tê gotin ku ew rêzê yekrêziya xaka Sûriyê digre û ne hêzeke emperyal e ku li wir mayînde bibe. Daxwazên her du aliyan

hene û ez bawerim dê bi demê re di navbera her du welatan de pêşkevtin çêbibin. Li Sûrî wek welatekî bihêz Rûsya heye û bi hevdîtina kuli Mosko çêbûye dixuye ku dê mekanîzmeyeke sêalî pêk bê di navbera Tirkiye, Sûriye û Rûsya de. Çimkî li rojhilatê Feratê îran nîne ger hebe dê ew jî di nav vê mekanîzmayê de cîh girtiba"

Herwiha beriya niha jî piştî rêkeftinên Astana û Soçiyê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çawişoğlu ve jî hatibu gotin ku di asteke jêr de û di warê îstîxbaratê de dîplomasiyek tê meşandin.