Serok Barzanî pêşwaziya Falih Feyaz kir

Îro li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî digel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz civiya. Di civînê de rewşa siyasî ya navçeyê, şerê DAIŞê û gavên nehiştina terorê li Iraqê hatin gengeşe kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî digel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê civiya.

Îro li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî digel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz civiya. Di civînê de rewşa siyasî ya navçeyê, şerê DAIŞê û gavên nehiştina terorê li Iraqê hatin gengeşe kirin.

Di civînê de herweha rewşa navçeyê, maddeya 140 û hewlên her dû aliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatin gengeşe kirin, û tekezî li hemahengiya Hewlêr û Bexdayê di warê ewlekarî û dabînkirina dahatek baştir ji bo welatiyan hatin kirin.

 

 

C.B