Serok Barzanî hevxemiya xwe ji xelkê Seqiz re ragihand

Serok Barzanî peyamek derbarê bûyera şeva borî ya bajarê Seqiz ê rojhilatê Kurdistanê belavkir û ragihand

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî peyamek derbarê bûyera şeva borî ya bajarê Seqiz ê rojhilatê Kurdistanê belavkir û ragihand،

Bi mixabiniyeke zêde ve şeva derbasbûyî li encama rûdanekî diltezîn ya li holekî dawet û hevjîniyê ya li bajarê Seqizê hejmarek hemwelatiyên vî bajarî canê xwe dest da û hejmareke din jî birîndar bûn.

Bi vê helkefta xemgîn de pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî kesûkarên qurbaniyên wê rûdana diltezîn dikim û hêviya başbûna bilez jî, ji bo birîndaran dixwazim û xwe bi hevbeşê xema hemwelatiyên xweşdiviyê bajarê Seqizê dizanim.

Bi sedema teqînekê di nav ahengeka hevjîniyê de, li bajarê Seqiz ê rojhilatê Kurdistanê 12 kesan canê xwe jidest dabûn û 40 kesên din jî birîndar bû bûn.

 

 

C.B