Pompeo: Erdogan soza parastina şervanên Kurd daye

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo tekez kir, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan soz dayê Washingtonê ku piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê şervanên Kurd biparêze.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo tekez kir, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan soz dayê Washingtonê ku piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê şervanên Kurd biparêze.

Mike Pompeo li Hewlêrê ji rojnamevanan re ragihand, “Gelek girîng e bi hemû karînên xwe kar bikin ji bo şervanên li aliyê me şer kirine bêne parastin û Erdogan têdigihe vê daxwaza me.”

Pompeo amaje bi daxuyaniyên berê yên Erdogan yên derbarê metirsiyên li ser Tirkiyê kir û got, Erdogan bi berpirsên Amerîkî re lihev dike ku pêwîst e teror bê jinavbirin û Amerîka dê hevkariya Tirkiyê bike.

Duhî Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo piştî serdana Bexdayê gihîşt Hewlêrê û ligel Serok Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyabû.

Di civînan de pêşhatên dawî yên deverê, bihêztirkirina têkiliyên dualî yên di navbera Kurdistan û Amerîkayê de, prosesa siyasî ya li Îraqê û herwiha mekanîzima pêşdebirina hemahengiya navbera her du aliyan ji bo pêşîgirtin ji dubare serhildana terorîzimê hatin guftûgokiri.

Di heman mijarê de, hefteya bûrî Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton gotibû, Amerîka bê parastina Kurdan ji Sûriyê venakişe.

Lê ev daxuyaniyên berpirsên Amerîkî ji aliyê Tirkiyê ve rastî nerazîbûnê hat.

 

S. B