Amerîka piştevaniya hewlên çaksaziyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

Evro, piştî nîvro, Mayik Pompiyo, wezîrê derve yê Emerîkayê bi rê ya telefonê ve peywendî bi Mesrûr Barzanî, serok wezîrên Herêma Kurdistanê kir, wezîrê derve yê Emerîkayê di destpêkê de dûbare pîrozbahî li serok wezîran kir û hêvîya serkevtinê bo hikumeta Herêma Kurdistanê xwazt û tekez kir li ser giringî ya peywendîyên dostane di navbera Emerîka û Herêma Kurdistanê de

K24- Hewlêr

Evro, piştî nîvro, Mayik Pompiyo, wezîrê derve yê Emerîkayê bi rê ya telefonê ve peywendî bi Mesrûr Barzanî, serok wezîrên Herêma Kurdistanê kir, wezîrê derve yê Emerîkayê di destpêkê de dûbare pîrozbahî li serok wezîran kir û hêvîya serkevtinê bo hikumeta Herêma Kurdistanê xwazt û tekez kir li ser giringî ya peywendîyên dostane di navbera Emerîka û Herêma Kurdistanê de. Amaje bi wê yekê jî da, ku hikumeta Emerîka piştîvanîyê li hewlêrn kabêneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê dike bi taybetî di bwarê encamdana çaksazîya abûrî.

Herweha xweşhalîya xwe jî nîşan da beranber serdana şanda bilinda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û got: Emerîka herdû alîyan han dide daku bi rê ya gotûbêjan pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Serokê wezîran, ji bilî supaskirina wezîrê derve yê Emerîkayê, tekez kir ku çareserkirina pirsgirêkan li gel Bexdayê, pêwîste bi awayeke be ku maf û erkên hemû alîyekê li ber çavan bihê girtin.  Herweha behsa giringîya berdewambûna alîkarîyan bo Hêza Pêşmerge hat kirin.