Sezayî Temelî: HDP dijbera herî bihêz a Hikûmetê ye

Temelî: Di dema nû de her çiqas parêzbendiya perlemanteran hebe jî, emê bêtir di nav gel de xebatê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Sezaî Temelî ragihand, ku desthilatariya Tirkiyê zane ku dijbereya herî bihêz a hemberî wan HDPê ye û ji ber wê yekê berî hilbijartinan û niha jî herî zêde êrîşî HDPê dike.

Civîna rêvebir û Perlemanterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Bakurê Kurdistanê, li bajarê Wanê berdewam dike. Hevserokê HDPê Sezaî Temelî di wê civînê de got: Di dema nû de her çiqas parêzbendiya perlemanteran hebe jî, emê bêtir di nav gel de xebatê bikin.

Temelî got jî: Siyaseta rastyane li Tirkiyê HDPê dike, ji ber vê jî êrîş û piropagendeyên reşkirinê hemberî me, berdewam tê meşandin.

Navhatî tekez kir, ku tevî wan astengiyan, lê ewê beşdarî şîn û şahiyên gel jî bibin û kes nikare rê li ber wan bigire.

N.O