Trump: Min rê neda Erdogan êrîşî Kurdan bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump di Kongreya xwe ya rojnamegerî de li Lûtkeya G20 li Osaka ya Japonê, anî ziman, ku: Tirkiye dixwest êrîşî Kurdan (li rojavayê Kurdistanê) bike, lê ez bûm rêgir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîkayê Donald Trump di Kongreya xwe ya rojnamegerî de li Lûtkeya G20 li Osaka ya Japonê, anî ziman, ku: Tirkiye dixwest êrîşî Kurdan (li rojavayê Kurdistanê) bike, lê ez bûm rêgir.

Trump destnîşankir: Erdogan xwest Kurdên, ku di şerê dijî DAIŞ de alîkarên me bûn tune bike, ji bo vê yekê 65 hezar serbaz jî, liser sînor bicîh kiribûn. Min ji wî re got, tiştek weha neke. Erdogan jî, bi ya min kir û êrîş nekir. Min got: Nabe tu bike. Ewî jî nekir!

Serokê Amerikayê liser kirîna Tirkiye ya mûşekên S400 ji Rûsyayê jî axifî û diyarkir, ev babetek aloz e, lê em dê rêyek çareseriyê bibîn in.

 

 

C.B