Kabîneya nû yekem kombûna xwe destnîşan kir

Biryare kabîne ya nû ya hikuemta herêma Kurdistanê, roja Dûşembîya dahatî yekem civîna xwe encam bide û sube jî Mesrûr Barzanî, serokê hikuemeta Herêma Kurdistanê li gel wezîrên kabîneya nû dicive bo gengeşkirina karname ya yekem kombûna hikumetê.

K24- Hewlêr

Li gor zanyarîyên Kurdistan24, sube li avahîya Civata wezîrên Kurdistanê, Mesrûr Barzanî li gel weîzrên kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê dicive û karnameya hikumetê didin tevaya wezîran û bernameya karê yekem kombûna Civata Wezîran jî dê bihê darjitin.

Li ser evê mijarê çavkanîyekî  ji Civata Wezîran ragehand: Komîteyeke taybet bo rol radestkirina wezaretan hatîye pêkanîn bi endamînîya her yek ji Şeiban Şeiban Çalî, rêvebrê nivîsîngeha serokê hikumetê, Ûmêd Sebah, serokê dîwana serokatîya hikumetê û Amanc Rehîm, sekretêrê Civata wezêran.

Pêncşembîyê piştî nîvro, yekem rolradestkirin di herdû wezaretên (Pîşesazî û Bazirgan)î û pildananê de dibe, heya heftîya dahatî tevaya wezaretan dê bihên rolradestkirin.