Parlemana Kurdistanê bûyera teqekirinê li Hewlêrê şermezar dike
K24- Hewlêr
Parlemana Kurdistanê bûyera teqekirinê li Hewlêrê şermezar dike, û radighîne bûyerên bi vî rengî gef e li ser ewlekariya Herêma Kurdistan û navçeyê.
Parlemana Kurdistanê daxuyaniyek derbarê bûyera teqekirina li Hewlêr belav kir, û têde ev bûyer şermezar kir û serxweşî arasteyî konsulxaneya Tirkiyê û hikûmeta wî welatî kir û daxwaz kir ku bilez tawankar werin girtin û li gor yasayê werin sizakirin.
Parlemana Kurdistanê vê êrîşê corek ji gefa li ser asayişa Kurdistanê dizane, û hewleke bo têkdana aramî û asayişa Herêma Kurdistanê ye.Herwiha tekezî li ser pêwendiyên bihêz û dostayetî ligel welatên cîran jî kir.