Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê nû yê Siwêdê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûnê li Larsh Ronas Balyozê nû yê Swêd li Iraqê kir û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nûda xwest û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo her hevkarî û hemahengiyek nîşan da. Her wiha peywendiyên Herêma Kurdistan û Swêd û zêdetir berev pêşve birina wan, bi taybetî li warê veberhênanê da dûpat kir.

K24- Hewlêr

Li hevdîtina ku berî nîvroya îro dûşem 16/09/2019 li Hewlêr birêve çû, Serok Nêçîrvan Barzanî bi kurtî di derbarê pirsên girîngên qonaxa derbasbûyî û niha û berdewamiya proseya çaksazî li Herêmê, peywendiyên Hewlêr û Bexda, daxwaza her dû aliyan ya ji bo çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûra Iraqê û hemahengiya di navbera wan ya li warê aramî û asayîşê da û rûbirûbûna metirsiyên serhildana terorê de axaftinek pêşkêş kir.

Ji aliyê xwe ve Balyozê nû yê Swêd li Iraqê balkişand li ser wê yekê ku bi girîngiyê ve temaşa peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dikin û behsa rola welatên Ewrûpî li navçeyê kir.