Li Edenê 7 endamên HDPê hatin girtin

Li bajarê Edenê di encama operasyoneke hêzên ewlekariya Tirkiyê de, 2 ji wan Zarok 9 endamên HDPê hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Edenê di encama operasyoneke hêzên ewlekariya Tirkiyê de, 2  Zarok û 7 endamên HDPê hatin girtin.

Bi Fermana Serdozgeriya Komarê ya Bajarê Edenê, li Edene û Antalya li dijî avahiyên HDPê û malên endamên wê partiyê, operasyoneke serdagirtinê hat destpêkirin.

Di serdagirtina bi ser dehan malan de, 33 endamên HDPê hatin binçavkirin, di nava wan de Rêveberê Bajarê Edene û 2 zarok hebûn.

Pişt' Dadgehkirina 33 endamên HDPê, biryara girtina 7 endaman derket û 24 endamên din jî, bi mercê bin kontrolê de bin, hatin berdan.

Her wiha ji van 33 kesên hatibûne binçavkirin, 2 ji wan zarok bûn û ji bo girtîgeha zarokan hatin şandin.

7 endamên HDPê yên hatine girtin bi propagandekirina PKKê tên tawanbar kirin.

 

S. B