15 sal di ser Serhildana 12ê Adarê re derbas dibin

Berî 15 salan Serhildana Rojavayê Kurdistanê ya 12ê Adara 2004an derbas dibin. Wê demê serhildaneke mezin li seranserî Rojavayê Kurdistanê li dijî rêjîma Beis derket. Di encamê de jî û hejmarek ji xelkê Rojavayê Kurdistanê li ser destê hêzên ewlehiyê yên Sûriyê şehîd û birîndar bûbûn û hezaran jî kes hatin girtin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Berî 15 salan Serhildana Rojavayê Kurdistanê ya 12ê Adara 2004an derbas dibin. Wê demê serhildaneke mezin li seranserî Rojavayê Kurdistanê li dijî rêjîma Beis derket. Di encamê de jî û hejmarek ji xelkê Rojavayê Kurdistanê li ser destê hêzên ewlehiyê yên Sûriyê şehîd û birîndar bûbûn û hezaran jî kes hatin girtin.

Di weke rojeke îro 12 Adara sala 2004an de, li yarîgeha Cîhad li bajarê Qamişlo, dema ku lîstika Fotbolê di navbera herdu tîmên (Cîhad û Tîma Fitiwê) de dest pêkiribû, alîgirên tîma Ereb Fitiwê a bajarê Dêrezorê beriya dema yariyê jî ew cemawer bi alîkariya hêzên ewlehiya rêjîma Beis bi neyînî kevir û dar bi xwe re derbasî nav yarîgehê kiribûn di dema derbasbûna yarîgehê û di nava yarîgehê de sivkatî li hemberî sembolên Kurdan kirin û dirûşmên nijadperestiyê li hembrî Kurdan hildan.

Wê demê şer derket û hêzên ewlehiya rêjîma Bes bi piştevaniya cemawerê tîma Ereb ya Fitiwê di nav yarîgehê de êrîşî cemawerê Kurd kirin, kurdan jî li hemberî wê êrîş, zilm û zordariyê, serî hildan û li seranserî Rojavayê Kurdistanê ji Qamişlo û heya Heleb, Efrîn û taxên Kurdan li  Şamê Paytexta Sûriyê  li dijî rêjîma Beis kirin serhildan.

Di wê serhildanê de, bi dehan xelkê Kurd şehîd û brîndar bûn qurbanî û her wiha bi hezaran xort û çalakvan û siyasetmedar jî ji aliyê rêjîma beis va hatin binçavkirin, girtin û eşkencedan.

Di Serhildanê de 42 Kurd Şehîd bûn, ji wan 14 kes li Qamişlo, 11 kes li Serê Kaniyê û Amûdê, 3 kes li Efrînê, 7 kes li Helebê û her wiha 7 kesên din jî li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê  şehîd bibûn.

Di serhildanê de bêhtir ji 3 hezar çalekvan, xort û siyasetmedarên Kurd li ser destê hêzên ewlehiyê yên Sûriyê hatin binçavkirin.

Herwiha bo cara yekem di dîroka rêjîma Beis de jî peykerê Serokê berê yê Sûriyê Hafiz El-Esed li bajarê Amûdê ji aliyê xwepêşanderan ve hat şikandin û ji Dêrikê heya bi Kobanî û Efrînê navend û bargehên hikûmeta Bes hatin şewtandin û jinavbirin û desthilata Beis jî li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê hatibû destxistin.