Çend biryarên giring ji hekumeta Herêma Kurdistanê ve

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serokatîya Mesrûr Barzanî, di kombûna evero de hejmareke birîyarên giring derxistin.

K24- Hewlêr

Civata  Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serokatîya Mesrûr Barzanî, di kombûna evero de hejmareke birîyarên giring derxistin.

Li gor raghendina hikumeta Herêma Kurdistanê, di destpêka kombûnê de gotûbêj hat kirin derbarê rêkxistn û hevahengîkirinê li derîyên sinûrî yên Herêma Kurdistanê. Civata wezîran biryar da komîteyek tayetmend bihêt pêkanîn ji wezaret û alîyên peywendîdar bo bi hevre girêdan derîyên gumrikî  bi armanca rêkxistna wan û bştirkirina wan.

Movka dûyem kombûnê taybet bû bi berçavkirina mijara qerên çandinê ku 8868 cutyar ji wê sûdmend bûne bi gujmeya 22 milyar û 533 milyon Dînaran. Civata wezîran herdû weîzrên çandinê û çavkanîyên avê  û darayîyê raspart bo pêşkeşkirina tevaya sanahîkirineke yasayî bo çawanîya vegerana qeran bi awayekê ku li gel rewşa cutyaran bigunce.

Di movka sêyema kombûnê de, hikumeta Herêma Kurdstanê, reşnivîsa pilana biyasakirinê xistin berçavan di çarçoveya karê kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê de. Civata wezîran biryar da komîteyeke yasayî bihêt pêkanîn bo destnîşankirina wan piroje yasayên ku pêwîste di vê werza yasayî de bihên şandin bo perlemanê.