NATO: Mûşekên S-400 bi sîstema NATOyê re nagunce
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got: Mûşekên S-400 ên Rûsî bi sîstema NATOyê ya parastinê re nagunce.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li Amerîka daxuyaniyek da û got, her welatek azad e û dikare çêkê parastina xwe bikire, lê endamên NATOyê pêwîst e bizanin ka ew çek dê bi sîstema wan re bigunce yan na.
Jens Stoltenberg got jî: Ew gelekî bi gûman e ku edî Tirkiye nikare ligel sîstema F-35 kar bike û nabe perçeyek ji vê sîstemê.
Li ser pirsa "ka Tirkiye dê ji NATOyê were derxistin an na" Stoltenberg got: Heta niha ti endameke NATOyê daxawazeke bi vî rengî nekiriye.
Ji roja 12ê vê mehê ve pêvajoya radestkirina mûşekên S-400 bi awayek fermî destpê kiribû û sê firokeyên Rûsyayê perçeyên mûşekan anîbûn binkeya esmanî ya Murted a Enqerê. Anîna mûşekên S-400 berdewam e û firokeya 15emîn jî gihişt Enqereyê.
Her çiqas Amerîka û NATO li hember kirîna mûşekên S-400 nîgeraniya xwe nîşan dabin jî, Tirkiye vê yeke wek bi pêdivî pênase dike û dibêje ku kirîna mûşekên S400 ne ji bo êrîşê ye, ji bo berevaniyê ye.
S. B