Hevpeyman berdewam dibin li ser rahînana hêza Pêşmerge

Endamekê Komîte ya Berevanî û Asayîşê di perlemana Îraqê de bi dûr nabîne hevpeyaman dest bi karên xwe bikin li gel hêzên Îraqî. Di beranber de karên wan li gel Pêşmegeyan zêdetir dibe. Li gor nerîna serokê firakisyona Serdem di Perlemana Kurdistanê de, karkirina Pêşmerge û Hevpeyaman berjewendîya dû alîye.

K24- Hewlêr

Nasir Herkî, endamê Komîteya Berevanî û Asayîşê di Civata Nwêneran de dibêje: Pêşbînî nahêt kirin ku divê pergalê de hêza Hevpeyamanîya Nêvdewletî karên xwe li gel hêzên Îraqî destpê bikin.

Gelek alî û kesên biryar li dest di Herêma Kurdistanê de, tekez dikin, ku niha pergal û jîngeha sîyasî û serbazî ya Herêma Kurdistanê bo hêzên Emerîkayê guncayî ye, çunku Bapîr Kamela, serokê Firakisyona Serdem di perlemana Kurdistanê de dibêje: Ezmûna çend salî ya bûrî selmandîye karkirina hevpeyamanan li gel Pêşmerge ne tenê berjewendîya yek alîye.

Şareza û alîyên sîyasî di wê bawerîyê de ne,  helwêsta ruhin û zelala serkirdatîya sîyasî ya Kurdistanê beranber bûyerên sîyasî û pêwîstîya vemanan hêzên bîyanî weha kirîye Hevpeyamanan hevahengî li gel Pêşmerge û dezgehên ewlkarîya Kurdistanê zêdetir bibe.