Bexda û Enqere tekez li ser derkirina PKKyê dikin ji axa Îraqê

Wezîrê derve yê Tirkiyê tekez kir, ku Enqere û Bexda li ser giringîya derkirina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji nav axa Îraqê dê rêkkevin.

K24- Hewlêr

Wezîrê derve yê Tirkiyê tekez kir, ku Enqere û Bexda li ser giringîya derkirina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji nav axa Îraqê dê rêkkevin.

Piştî ku evro, şandeka Îraqî bi serokatî ya Mehemed Elhekîm, weîzrê derveyê Îraqê serdana Tirkiy kirin û li gel desthilatdarên Tirkiyê civîya, di kongireyeka rojnamevanî de Mewlûd Çawîşoglu  aşkera kir, Tirkiye û Bexdali ser wê yekê kokin,  ku ne tenê Şengar, belku pêdivîye tevaya Îraqê ji PKKyê bihê paqijkirin. Tekez jî kir ku paqijkirina Îraqê ji PKKyê giringîya taybetî ya xwe bo Îraqê û gelê wê dibe.

Wezîrê derve yê Tirkiyê got:  Me biryara pêkanîna komîteyeke hevpişik daye bo rûbirûbûna Daişê û li ser hevkarî û hevahengîya leşkerî jî li gel Îraqê berdewam dibîn.

Li ser vekişandina hêzên Tirkiyê ji bingeha Beişîqe li sinûrê parêzgeha Neynewa, ku berê Bexdayê daxwaz ji Tirkiyê kiribû , hêzên xwe ji wê bingehê vekişîne, Çawîşoglu got: gengeşekirina pirsa bingeha leşkerî ya Beişîqe di çarçoveya wê rêkkevtina ewle dibe ku me li gel Îraqê îmza kirîye.

Li gor ajansa Anadola Tirkiyê, evro şanda Îraqî bi serokatî ya Mehemed Elhekîm, wezîrê derve yê Îraqê, Necah Şemerî, weîzrê berevanîyê, Mistefa Elkazimî, serokê dezgeha hewlgirîya Îraqê di koçka komarî de li Enqere li gel Receb Teyîb Erdogan serok komarê Tirkiyê civîyane.

Di civînê de, Mewlûd Çawîşoglu, wezîrê derveyê Tirkiyê, Xelausî Akar, wezîrê berevanîyê û Hakan Fîdan, serokê Dezgeha Hewlgirîya Tirkiyê amdebûne.